- Rejima Îranê girtiyê siyasî yê Kurd, Heyder Qurbanî li hepsa navendî ya bajarê Sine bi dar ve kir.
Rejima Îranê girtiyê siyasî yê Kurd, Heyder Qurbanî li hepsa navendî ya bajarê Sine bi dar ve kir.
Dezgeha Dadê ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê darvekirina Heyder Qurbanî piştrast kir. Hat gotin Qurbanî doh sibehê saet 04:00’an li hepsa navendî ya Sineyê hatiye bidarvekirin.
Qurbanî bi “Endametiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î)” û “muxalefeta” li dewleta Îranê dihate sûcdarkirin.
Heyder Qurbanî 16’ê Cotmeha 2016’an hatibû girtin û xelkê Kamêran bû.
SINE