Partiya Çep a Kesk beriya hilbijartina 14´ê Gulanê, li navçeya Şirnexê Cizîrê, li navçeya Mêrdînê Nisêbînê û li Çewligê mitîngên hilbijartinê li dar xistin. Mîtîngên bi heybet mizgîniya serketina di hilbiartinê de didan. 

Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) li warê Mem û Zînê, navçeya Cizîra Botan mitînga hilbijartinê li dar xist. Mitîng li meydana Newrozê hat lidarxistin. Bi hezaran kes beşdar bûn. Ji navenda Şirnexê û navçe û ji gundan beşdariyek zêde çêbû. Jinên Cizîra Botan bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li mitîngê bûn û demeke dirêj li ber stranan govend gerandin. 

Ewilî dê endamê Komîteya Amedakar a Mitîngê Metîn Bayik axivî û paşê jî namzetên Partiya Çep a Kesk xelk silav kirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî ji xelkê xwest dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û rê nedin lîstikên AKP-MHP´ê.  

Partiya Çep a Kesk li Nisêbînê jî bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û siyasetvan Ahmet Turk mitîngeke bi heybet li dar xist. Gava ku Ahmet Turk ket meydana mîtîngê, Nisêbîn hemû bi dengê piştgiriyê hejiya.   

Li Çewligê jî bi beşdariya namzetê Mûşê Sezaî Temellî li ber avahiya HDP'ê mitîng hat lidarxistin. 

NAVENDA NÛÇEYAN