Çetîn Yildiz ku li Girtîgeha Tarsûsê ya Jimara 2'an a Tîpa F'yê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, ragihand ku heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê paş de gav navêjin. 

Girtî ji 27'ê Mijdara 2020'an ve çalakiyan xwe didomînin. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Çetîn Yildiz e. Yildiz gava xwendekarê Zanîngeha Kirşehîrê bû, di Gulana 2017'an de hat girtin. Par li dijî ferzkirina şipyakî jî ketibû greva birçîbûnê û 123 rojan di grevê de mabû.

Yildiz, niha di Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de ye û daxilî çalakiya greva birçîbûnê ya niha jî bûye.

Yildiz, bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdûllah Yildiz re qala binpêkirinan dike û dibêje; “Em girtî 7-8 meh in di hucreyên karantînayê de bi tena serê xwe dimînin. Li hucreyan nivîn, balîf tune ne. Li girtîgehê rojê saetekê avê berdidin. Nîv saet ava germ, nîv saet ava sar. Li kantînê maske û lepik tune ne."

MA/STENBOL