Ji ber germbûna kûrewî gelek newal û çem ziha dibin. Derdora Çemê Dîcleyê jî ziha dibe. Ji ber vê yekê li Baxçeyên Hewselê jî populasyona cureyên çuka jî zêde dibe û Hewsel bûye cihê hewirînê. Zêdebûna van cureyên çûkan xwe bi şênberî nîşan didin.  

Di salên dawî de seranserî Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê bûye warê biyabanan ango cureyên çûkan. Herî kêm 280 cureyên çûkan li Baxçeyên Hewselê û derdora wê hatine tespîtkirin.  

Zanîngeha Dîcleyê 150 cureyên cuda yên çûkan tomar kir. Ji ber ku gelek dever ziha dibin Hewsel bûye hêlîna gelek cureyên çûkên biyanî. Gelek çûk salewext li Hewselê bicih bûne û êdî bûne wek cureyên xwecihî.  

Serokê Beşa Biyolojiyê ya Fakûlteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê û Zanistê Çûkan Prof. Dr. Ahmet Kiliç diyar kir ku seranserî salê cureyên çûkan ku li Baxçeyên Hewselê dihêwirin êdî bûne cureyên ‘xwecihî’. 

Hewsel stargeha çûkan e

Kiliç da zanîn ku sedema vê zêde bûna pircuretiya çûkan sedema wê germbûna kûrewî ye û wiha got:“Li herêmê zihabûnek cidî heye. Çûk ji hêlînên xwe bar dikin û Geliyê Dîcleyê-Baxçeyên Hewselê mazûvaniya çûkan dike. Bûye cih û warên çûkan. Ji ber hêşînayî û dar û berên Hewselê ev der dibe hêlîna cureyên çûkan. Hewsel wê ji bo çukan bibe stargeh. Ji bo vê yekê divê em wê xwezayê biparêzin.” 

Gelek cureyên cûkan hatine dîtin

Kiliç anî ziman ku wan salên berê texmîna 200-300 cureyên çûkan dikir lê wan heta niha 150 cureyan tespît kiriye û hema bêje gihîştiye wê hejmara ku  texmîn dikirin. Kiliç destnîşan kir ku Hewsel bûye biheşta çûkan û ev jî dewlemendiya Hewselê dide nîşandan. 

MA/AMED