Wezîrê Tirk Hakan Fîdan di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku hikumeta Herêma Kurdistanê, di şerê li dijî gerîlayên PKK’ê de hevkarê dewleta Tirke.
Her wiha Fîdan YNK’ê bi hevkariya PKK’ê sûcdar kir û qala rola hikumeta Herêmê di şerê li dijî PKK’ê de kir.
Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk diyar kir ku her ku diçe hevahengiya Hewlêrê ya bi Enqereyê re zêdetir dibe û di dosye û mijarên hesas de hevkar e. Her wiha destnîşan kir ku civînên navbera wan de berdewam in û ji beriya her êrişeke leşkerî ew hikumeta Herêmê agahdar dikin. Hakan Fîdan di daxuyaniyê de giliyê YNK’ê kir ku di tevgerên li dijî gerîla, azadîxwaz û welatparêzan de hevkariya Hewlêr û Enqereyê nake.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha bi caran PKK’ê bi caran ragihandiye ku PDK bi temamî piştevanî û hevkariya dewleta Tirk dike û bi berdewam hişyariya hevkariya PDK’ê ya ku li dijî PKK’ê û gelê Kurd pêşkêşî dewleta Tirk dike kiriye. Lê PDK bêyî ku guh bide van hişyariyên PKK’ê û aliyên din, hîn zêdetir hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re zêde dike.
NAVENDA NÛÇEYAN