Hewldana çeteyan têk çû

În 8 Îlon 2023 - 00:15

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da ji gundê Elî Baş ê li başûrê Cerablusê yê dagirkirî bikevin gundên Ereb Hesen, Muhsenlî û gundên derdorê yên bakurê Minbicê, lê ew hewldan hate têkbirin. Li gorî agahiyan, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da hewldana ketina çeteyan û gelek çeteyên dewleta Tirk a dagirker kuştin. Her wiha Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hin çekên navîn û sivik desteser kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tewîle, Til Tewîl ê asûr û gundê Um El Kêf ên rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran û hewanan topbaran kirin.

Piştgiriya QSD’ê xurt bikin

Bi dirûşmeya “Ji bo destekdayîna operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ û QSD’ê” rûspî û serokeşîrên herêmên Firatê û MSD’ê li navenda MSD’ê ya Reqayê civîneke eşîrî lidar xist.

Di civînê de rûspî û serokeşîrên Reqa, Herêma Firatê, Meclisa Rûspiyan û endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.

Di serî de endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Emel Dede got: “Em îro ji bo nîqaşkirina zehmetiyên li pêş me derdikevin, bûyerên dawî yên li herêmên Dêrazorê û rola eşîran di têkbirina van êrişan de, li vir civiyane.”

Piştre, endamê Nivîsheha Têkiliyên Leşkerî ya Herêma Firatê Mustefa Balî derbarê rewşa Dêrazorê de wiha axivî: “Berî 3 mehan şandeyên serokeşîr û rûspiyên Dêrazorê serdana fermandarê giştî yê QSD’ê kir û jê re doz û zehmetiyên xwe anîn ziman. Hemû şandeyan diyar kir ku bazirganiya madeyên hişbir sûcekî terorî ye. Herwiha rûspî û serokeşîrên Dêrazorê teqezî bi girîngiya dûrxistina Ebû Xewle kir, lê ev dûrxistin weke şerekî di navbera kurd û ereban de hat diyarkirin, Ebû Xewle ji bo nîqaşê hat vexwendin lê wî ew vexwendin red kir û di encamê de ew hat girtin, ji ber ku li gor rêziknameya QSD’ê û qanûnên leşkerî neçû.”

QSD’ê rewş kontrol kir

Endamê Meclisa Rûspiyan a Reqayê şêx Elî El Salih jî got: “Em bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe yek in û divê serokeşîr û rûspiyên Dêrazorê ji fîtneyê hişyar bin.”

Rûspiyê eşîra El Bû Cabir şêx Nayêf El Dêf destnîşan kir ku divê ji bûyerên li Siwêdayê ders bê girtin û got: “Dijmin pir in û dixwazin kirîzan li gor berjewendiyên xwe bikar bînin. Divê em ji projeya xwe ya demokratîk zêdetir berpirsyar bin.”

Rûspiyê eşîra Mûsa El Zahir, şêx Îbrahîm El Mutasêm El Hadî got: “Hin kes hene dixwazin di êlên me yên li Erebistana Siûdî û Qeter û dewletên din de fîtneyê peyda bikin. Em tev QSD’ê jiyaneke aram dijîn û em rê nadin fîtneyê.”

Serokeşîrê El Bû Xemîs, şêx Hisên El Raşid nêrînên beşdaran wiha bersivandin: “Tiştê dibe fîtneyeke ku dewletên herêmî xwest wê bikar bînin û di nav eşîran de tevliheviyê peyda bikin, lê belê kesên aqilmend û QSD’ê ev rewş kontrol kir û fîtne bidawî kir, em jî bi navê eşîrên Ereb li dijî vê fîtneyê ne.”

Di dawiyê de encamnameya hevpar hate xwendin:

* Destekdayîna operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya QSD’ê.

* Rêgirtina li ber destwerdana derve di karûbarên hindirîn de.

* Destekdayîna Rêveberiya Xweser di têkoşîna wê ya li dijî gendeliyê de.

* Bûyerên Dêrazorê fîtneyeke derve ye bi armanca têkbirina aramiya herêmê ye.

* Têkoşîna li dijî hişbirê û cezakirina sûcdaran.

* Çalakkirina rola eşîran di çareserkirina dozên herêmê de.

* Kesên ku erkên xwe ji bo armancên din bi kar tînin divê hesab ji wan bê pirsîn.

* Başkirina rewşa jiyanî û xizmetgûzariyê.

* Hişyarkirina gel di warê siyasî de û xurtkirina eniya hindirîn.

* Çalakkirina diyaloga Sûriyeyî Sûriyeyî."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.