Hevberdevka Têkiliyên Karê Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku şandina leşkerên Iraqê ji bo Şengalê êrişa li dijî vîna gelê Şengalê ye û got: “Dixwazin fermana 75’an bînin serê gelê Şengalê. Bi siberoja gelê Şengalê dileyîzin.”
Di çarçoveya “Peymana Şengalê” ya di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin, pêr Iraqê 10 hezar leşkere xwe veguhezand Şengalê. Piştî sewqiyata leşkerî Şengal hat dorpêçkirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek nivîskî weşand û banga parastina Şengalê kir.
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya HDP’ê û Parlamentera Êzidî Feleknas Ûca êrişa DAIŞ’ê ya di tebaxa 2014’an de a li dijî Şengalê bibîr xist û got: “Çekdarên PDKʼê vekişiyan. Civaka Êzîdî tenê hat hiştin. Yên civaka Êzîdî tenê hiştin, îro dixwazin fermanek din bînin serê Şengalê.”
Êzîdî wê serî netewînin
Ûca bi bîr xist ku “Peyman”a di navbera PDK’ê û Bexdayê de hatiye îmzekirin li ser xwesteka Tirkiyê û bi desteka Emerîkayê pêk hatiye û got: “Ez bang li partiyên siyasî hemûyan, diaspora Kurd û hêzên navneteweyî dikim. Pêwîst e ku ti kes li dijî fermanek nû bêdeng nemîne. Heke Şengal were valakirin dê parçeyekî Kurdistanê vala bibe. Ji bo parastina Şengalê çi ji destê me were em ê bikin. Bila kes nebe sebeba fermana 75’an. Çeteyên DAIŞ’ê nikaribûn xelkê Êzîdî tine bike, îro jî bi peymana di navbera PDK û Bexdayê de jî wê Êzîdî tine nebin. Xelkê Êzîdî li ber 74 fermanan serî netewand wê îro jî serî netewîne.”
MA/ENQERE