Hevserokên YNK’ê civiyan

Sêşem 31 Tebax 2021 - 03:44

Pêr bi şev li Baregeha Hêzên 79’ê her dû hevserokên YNK´ê bi navbeynkariya Emerîkayê civiyan. Li gorî hin çavkaniyên beşdarî civînê bûne, di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî jî hazir bûye. Tevî ku arîşe bi temamî nehatiye çareserkirin jî, heman çavkanî dibêjin, Bafil Talabanî ji ya xwe hatiye xwarê û qebûl dike ku Lahor Şêx Cengî li Silêmanî bimîne.

Ev qederê 2 mehan e di nava YNK’ê de, bi taybetî jî di nava hevserokên YNK’ê Lahor Şêx Cengî û Bafil Talabanî de pirsgirêke cidî ya desthilatê heye. Pêr bi şev medyayên aliyan li dijî hev gelekî xirab nivîsîn. Lê di heman de  demê de jî civîneke aliyan bi beşdariya rayedarên Emerîkî li dar diket.

Ji bo çareseriya pirsgirêkê ev civîna em behsa wê dikin li gorî agahiyan li baregeha 70’ê bi navbeynkariya Emerîkayê pêk hatiye. Derbarê mijarê parlamenterê Iraqê Bextiyar Şaweys li ser malpera xwe ya facebookê peyamek belav kir û got, "Doh (pêr) bi şev Lahor Şêx Cengî û Bafil Talabanî bi navbeynkariya Emerîkiyan civiyan.”

Derbarê naverok û encama civînê de ti daxuyaniya fermî nehat weşandin. Lê çavkaniyên şahidî li civînê kirine, dibêjin, Bafil Talabanî ji ya xwe hatiey xwarê û qebûl dike Lahor Şêx Cengî li Kurdistanê bimîne. Lê ew weke şert jî datîne ku Lahor Şêx Cengî planên xwe yên ji bo siberojê eşkere bike. Heman çavkanî îdîa dikin ku Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî jî di civînê de amade bûye, lê ka di civînê de bi rolekê rabûye yan na, nehate zanîn.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.