Hevrîn Xelef hat bibîranîn

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 02:11

  • Meclisa Partiya Sûriya Paşerojê ya herêma Firatê û bajarê Minbicê, di salvegera duyemîn a şehadeta wê de sekretera partiyê Hevrîn Xelef bi bîr anî. 

Meclisa Partiya Sûriya Paşerojê ya herêma Firatê û bajarê Minbicê, di salvegera duyemîn a şehadeta wê de sekretera partiyê Hevrîn Xelef bi bîr anî. 

Li herêma Firatê endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Paşerojê ya herêma Firatê, Ehlam Elî daxuyaniyek li meydana avahiya Şaredariya Sirînê ya li başûrê Kobanê xwend.

Li Minbicê jî seroka meclîsa Partiya Sûriya Paşerojê Zelîxa Ebidî li pêşiya navenda meclisa partiyê ya li navenda bajêr daxuyanî xwend û endamên meclisa partiyê û rûspiyên eşîrên Minbicê beşdarî bûn.

Zelîxa Ebidî got, “Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmê nadin rawestandin. Bi wê yekê armanc dikin herêmên dagirkeriya xwe firehtir bikin û tirsê di nava gel de belav bikin.

Hedefgirtina Hevrîn Xelef li dijî hemû pîvanên mirovahiyê ye, ji ber ku Hevrîn ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê dixebitî.”

Wê di dawiyê de got, Partiya Sûriya Paşerojê wê rêya Hevrîn Xelef û hemû şehîdên berxwedanê bişopîne heta ku aramî, azadî û demokrasiyê li herêmê pêk tîne û Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî ava dike.

Partiyê soz da ku têkoşîna xwe dewam bikin û kirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê eşkere bike, her wiha ji ber sûcên wan hesab ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker bixwaze.

ANHA KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.