Jin û hunermendên Îranî ji bo Partiya Çepên Kesk filmekê anîmasyonê çêkirin.
Di filmê anîmasyonê de jina ku ji pelekî darê çêdibe, di nava jinên di dest de flamaya mor û dirûşma “Jin jiyan azadî” de dimeşe.
Jina ku bi tililiyan li dijî hêzên rejîmê disekine, ber bi dara ku pelên wê heşînbûyî ve baz dide.
Di tevahiya meşê de her dara ku serlîstikvana jin heşîn dike, vediguhere logoya Partiya Çepên Kesk.
Jinên îranî, di dawiya filmê anîmasyonê de jî vê peyamê didin: “Em rêhevalên Jîna Amînî ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN