Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta 5 gerîlayan daxuyaniyek da. HPG´ê got, "Ji milîtanên pêşeng ên fedaî yên partiya me hevrêyên me Denîz, Rodî, Dilêr, Canfeda û Adil di dem û cihên cuda de di encama êrişên dijmin de şehîd bûn û tevlî karwanê nemiran bûn. Hevrêyên me Denîz, Rodî, Dilêr, Canfeda û Adil xwe li ser xeta fedaî perwrede kirin, bûn hevrêyên baş ên Egîd û Zîlanan û di gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe bi pêş ve birin, bûn fermandarên mînak, milîtanên pêşeng. Em soz didin ku li ser şopa fermandarên xwe yên fedayî bimeşin, ruhê fedaî yê Apoyî di her kêliya jiyana xwe de serwer bikin û teqez bi ser bixînin. Bila serê malbatên welatparêz ên hêja yên şehîdan û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.
Hevrêyê me Denîz Batman li gundê Baştirmê Xarê yê navçeya Hezoyê ya Êlihê ji dayik bû. Sala 2010'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Ji ber bi dilsozê Rêber Apo û felsefeya wî ya azadiyê bû, beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû. Di nava 11 salên gerîlatiya xwe de têkiliyên xurt ên hevrêtiyê danîn û sekna milîtaniya fedaî ya Rêber Apo heta kêliya ku şehîd bibe nîşan da.
Hevrêyê me Rodî Zagros li Colemêrgê di nav eşîra welatparêz û berxwedêr a Mamxurî de ji dayik bû. Di sala 2014’an de biryar da ku tevlî nav PKK’ê bibe. Di encama lêgerîn û hewldanên xwe yên giranbuha de hevrêyê me Rodî parastina xeta Rêbertî û Rêber Apo ji bo xwe kiriye armanca kesayetiya fedakar û tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Rodî ne tenê bi jêhatêbûna xwe ya di warê zanist û teknîkê de, di heman demê de bi hêza xwe ya temsîlkirina tedbîrên milîtaniya Apoyî, bi hevrêtiya xwe ya jidil û bi helwêsta xwe ya derwêşî derketiye pêş.
Hevrêyê me Dilêr Derwêş li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Hevrê Dilêr sala 2018’an tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Bi sekna xwe ya bi mînak û tevlîbûna xwe ya fedayî, kete nava Hêzên Taybet. Hevrê Dilêr bi sekin û tevlîbûna xwe ya derwêşî ku kiriye navê xwe yê duyem, bûye heqîqetek. Bi dilnizmiya hevrêtiyê ji hevalên xwe re bûye fêrker û pêşeng.
Hevrêyê me Canfeda Raperîn li bajarê Wanê ji dayik bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Canfeda ku dixwest di serdema nû ya gerîlatiyê de li dijî êrişên dijmin kûr bibe û bi taktîk û rêbazên nû li dijî dijmin şer bike, bi biryardariyeke mezin beşdarî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Canfeda ku ji bo pêşxistina şêwaz û taktîkên şer ên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk xwedî ked û hewldaneke mezin e, roj bi roj xwe kûr kir.
Hevrêyê me Adil Erdal li bajarê Mûsilê ji dayik bû. Di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Adil ji bo li ser bingehê rast xwedî li bibîranîna şehîdan derkeve, kete nava xebatên Hêzên Taybet. Hevrêyê me Adil bi rûkeniya xwe timî ji hevrêyên xwe re bûye çavkaniya moralê. Hevrêyê me Adil hetanî kêliya ku şehîd bû, bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî û bibîranînên pîroz ên gerîla re, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:
Denîz Batman (Tekîn Okan), li Êlihê ji dayik bûye, Mijdara 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Rodî Berçem (Emrecan Şahîn), li Colemêrgê ji dayik bûye, Mijdara 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Dilêr Derwêş (Dilêr Ruzgart), li Merîwanê ji dayik bûye, Mijdara 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Canfeda Raperîn (Savaş Abo), li Wanê ji dayik bûye, Mijdara 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Adil Erdal (Omer Nezar), li Mûsilê ji dayik bûye, Mijdara 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN