Hevrê Hêvî Şerzan Koçer şehîd bû

Sêşem 18 Sibat 2025 - 03:10

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîla Hêvî Şerzan Koçer di meha Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“5’ê Çileya 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de hevrêya me Hêvî Şerzan Koçer şehîd bû. Hevrêyê me Hêvî hemû hebûna xwe diyarî têkoşîna azadiyê ya gelê me kiriye û li ser vê rêyê bûye xwedî tevlîbûneke fedakar û bêteredut. Şehadeta hevrêyê me, em pir êşandine. Hevrêya me Hêvî di tevahiya jiyana xwe de timî ji bo armancên pîroz û hestên bedew têkoşiyaye. Em soz didin ku vê armanc û xeyalên hevrê Hêvî pêk bînin. Hevrêya me Hêvî weke endameke malbatek koçer timî xwe ayîdê çiyayan dîtiye. Ev çiya veguherandine warê jiyana azad û timî heyranê gerîla bû. Lewma dema roja wê hat bêyî teredut bi kelecan û coşeke bêhempa hat çiyayan. Taybetmendiyên xwe yên xwezayî, sade û koçeriyê bi felsefeya Apoyî re kir yek û di kesayeta xwe de pêşketineke dîrokî ava kir. Hevrêya me bû yek ji mînakên herî şênber a jina ku hingî têdikoşe azad dibe. Hevrêya me Hêvî armanc kir ku pîvanên jiyana azad a partiya me PKK – PAJK’ê di kesayeta xwe temsîl bike û bibe xwedî jiyaneke li gorî vê armancê. Di vî warî de bi ked, hewldan û tevlîbûna xwe ya samîmî bû milîtanek Apoyî ya mînak. Zincîrên koletiyê yên jina Kurd şikand û di asta neteweyî de bû şervanek azadiyê.

Di serî de malbata wê ya hêja ku zarokeke paqij, dirûst û fedekar a mîna hevrê Hêvî mezin kirin, em ji hemû eşîra Didêrî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe car din dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bênavber bidomînin.

Hevrêya me Hêvî jî di nava malbateke ji eşîra Didêrî ya xwedî kevneşopiya welatparêziyê de, li Êlihê hate dinê. Sala 2017'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ya ku fêm kir di nava refên PKK’ê de perwerde di her kêliya jiyanê de ye, bi taybetî xwest xwe di felsefeya Rêber Apo de perwerde bike û di kesayeta xwe de rêgezên rizgariya jinê temsîl bike. Bi hewldanên xwe yên di vî alî de hem ji têkoşîna xwe ya azadiyê hez kir, hem jî bi tevlîbûneke bê hesab bû milîtanek esasî yê PKK-PAJK'ê. Em êşa şehadeta hevrêya xwe Hêvî ku di encama qezayeke bextreş de pêk hat, bi kûrahî hîs dikin. Em soz didin ku em ê xeyalên Hevrê Hêvî yên nîvco mayî pêk bînin û bibin şopdarên wê.” Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Hêvî Şerzan Koçer bi vî rengî ne:

Hêvî Şerzan Koçer (Şîlan Çetînkaya) li Êlihê jidayîk bûye, 5’ê Çileya 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.