HPG’ê ragihand gerîla Destan Botan li Nisêbînê li dijî bi sedan dijminên ku dora wê girtin, bi tena serê xwe şer kir. Ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, bi fedayîtî meşiya şehadetê.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:“Hevrêya me Destan Botan di 25’ê Tîrmeha 2023’an dema ku li Nisêbînê li ser erkekê bû, bi tena serê xwe li dijî bi sedan dijminên dora wê girtibûn şer kir û ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, bi fedaî ber bi şehadetê ve meşiya. Hevrêya me Destan bi temsîlkirina rûmeta jina azad, helwesta milîtaniya Apoyî û ruhê berxwedanê yê Bêrîtan a ku YJA Star afirandiye, gihîşt şehadetê. Têkoşîn, helwest, tevlêbûna bê hesab, lehengî û meşa fedaî ya hevrêya me ya Destan ku weke navê xwe ye, wê her tim rêberiya me bike û bibe çavkaniya hêz û moralê. Malbata hêja ya hevrêya me Destan di serî de, em sersaxiyê ji gelê Cizîra Botanê ya welatparêz û gelê Kurdistanê re dixwazin.

Hevrêya me Destan li navenda bajarê Botanê, li Cizîra Botan a kevnar jidayîk bû. Di sala 2014’an de berê xwe ya çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, hevrê Destan jî weke fedayîyên Apoyî yên  berê xwe da Şengalê. Li ser biryara HPG’ê ya ku sala 2018’an bi temamî ji Şengalê vekişiya, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me Destan ji dil û can bi mîsyona pêşengiya jinê bawer bû, hêza jinê di kesayeta xwe de derxist holê û xwe bi îdeolojiya Apoyî re pêş xist. Hevrêya me Destan ku xwedî kesayetek dînamîk û lêgerînên xurt bû, di stratejiya şerê gel ê Şoreşgerî de bal bire ser berpirsyariya jin û ciwanan. Bi vê armancê beşdarî xebatên YPS’ê bû. Dema ku hevrêya me Destan li bajarê Nisêbînê li ser erka xwe bû, ji aliyê bi sedan hêz û wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk a dagirker ve hate dorpêçkirin. Bi hişmendiya ku di pirtûka fedayî ya Apoyî de cihê teslîmbûnê nemaye tevdigeriya û bi cesareteke mezin li hemberî bi sedan dagirkeran şer kir. Demeke dirêj bi lehengî û fedekariyeke mezin li ber xwe da, ji bo ku nekeve destê dijmin, meşa şehadetê hilbijart.”

Nasnameya hevrêya me Destan wiha ye;

Destan Botan (Kader Acar), li Şirnexê jidayîk bûye, 25’ê Tîrmeha 2023’an li Nisêbînê şehîd bû.

BEHDÎNAN