• HPG: ''Hevrêyê me Bargiran 20 salên jiyana xwe ya têkoşînê û 17 salên şervaniya xwe ya gerîla bi meşeke bênavber a bi ruhê fedayî û bi coşa şoreşgerî derbas kir. ''

HPG'ê ragihand ku endamê Fermandariya Eyaleta Heftenînê Bargiran Erkendî di 20'ê Tebaxa 2020'î de şehîd bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ruhê têkoşînê, şervanî û sekna hevrê Bargiran wê meşa me ya şoreşê mezintir bike." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku endamê Fermandariya Eyaleta Heftenînê Hasan Guner bi nasnav Bargiran Erkendî yê li Edeneyê ji dayik bûye di êrişa hewayî de şehîd bûye.

Ji roja ku êrişa dagirkeriyê li Heftenînê dest pê kir û pê ve, yek ji hevrêyên ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de bi roleke çalak tevgeriya, pêşengî ji berxwedanê re kir û pratîka fermandariya Apoyî ya serketî nîşan da, endamê Fermandariya Eyaleta Heftenînê hevrêyê me Bargiran Erkendî bû. Ji fermandarên leheng ên berxwedana Heftenînê hevrêyê me Bargiran di 20'ê Tebaxa 2020'î de li Heftenînê di êrişa hewayî de şehîd bû.

Hevrêyê me Bargiran Erkendî li herêma Garisa ya Botanê, li gundê Erkendî ku bi welatparêziya xwe ya xurt tê naskirin, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di encama şewitandina gundên Kurdistanê de ku yek ji polîtîkayên hovane yên dewleta Tirk a qirker a li dijî mirovahiyê bû, malbata wî neçar ma koçî metropolan bike. Hevrêyê me Bargiran li cihekî dûrî Kurdistanê mezin bû. Lê hem bi hestên welatparêziyê yên mezin ên malbata xwe hem jî bi welatparêziya di dilê xwe de mezin bû. Di temenê zarokatiyê de li ber dijminê mêtinger rabû, têkoşiya, bi dilê xwe yê zarokatiyê li ber dijmin rabû û bû yek ji generalên biçûk. Hîn 14 salî bû hate girtin, têkoşîna xwe li wir dewam kir, piştî ku hate berdan jî têkoşîna xwe li cihê mayî dewam kir û careke din ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate girtin. Piştî ku hate berdan, ji bo têkoşîna xwe hîn bi xurtî û encamgirî bimeşîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Bargiran 20 salên jiyana xwe ya têkoşînê û 17 salên şervaniya xwe ya gerîla bi meşeke bênavber a bi ruhê fedayî û bi coşa şoreşgerî derbas kir. 

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me fermandar Bargiran em sersaxiyê ji xelkê Erkendî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

ANF/BEHDÎNAN