Cafer Sîîrt qala yek ji fermandarên efsanewî yê PKK'ê Adil Bilikî kir û got, "Li cihê ku dihate gotin, çalakî lê nabe, çalakî dikir û bi ser diket. Divê em hêjayî pratîka wî bin."
Cafer Sîîrt wisa qala hevrêyê xwe dike: "Hevalê Adil ji Botanê bû, ji gundê Bilikayê bû. Di zivistana 1989'an de me hev nas kir. Meha Çileyê bû, li qada Girê Hirmo ya Cûdî em li hev rast hatin. Em ji Gabarê hatibûn, hêza Cûdî û Gabarê li hev civiya bû. Hevalê Adil wê demê fermandarê mangayê bû. Şûna xwe diyar bû. Bi hevalê Adil re nemam, lê belê li Botanê timî haya me ji hev çêdibû. Ez destpêkê bi giranî li Gabarê dimam, ew jî li Cûdî.
Hevalê Adil piştî salên '88-89'an derkete pêş. Şervan bû, piştre bû fermandarê mangayê, dûre bû fermandarê tîmê. Hevalan hemûyan ew nas dikir. Ji ber pratîka xwe ji aliyê her kesî ve dihate naskirin. Ji hevalên ku wê demê tevlî bûn, ji herêma Botanê yek ji wan hevalan bû ku destpêkê çû qada Rêbertî.
Bi qasî salekê li qada Rêbertî ma. Di pêvajoya Kongreya 4'emîn de hat. Payîza 1990'î bû, hevalê Adil tevlî kongreyê jî bû. Piştî kongreyê derbasî qada Gabarê bû. Hevalê Adil sala 2006'an derbasî Bakur bû. Wê demê hevala Viyan çalakî kiribû. Hevalê Adil digot, 'Ez diçim Botan û Gabarê, bi ruhê hevala Viyan ez ê kar bikim'. Bi rastî jî encam bi vî rengî bû. Hevalê Adil soza xwe bi cih dianî. Her kes zane, sala 2006'an saleke giran bû. Ji aliyê partiyê ve saleke metirsîdar bû. Hevalê Adil pêngav da destpêkirin. Ji aliyê leşkerî ve komî ser hev bû, pêngavek da destpêkirin û bandora vê yekê jî li derdora xwe belav kir…”
ANF/BEHDÎNAN