- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevpeymana Civakî ya nû piştî qonaxeke amadekarî û minaqeşeyan xiste dengdanê û erê kir. Hevpeyman kete meriyetê.
Piştî rizgarkirina deverên din ji aliyê QSD′ê ve ji çeteyên DAIŞ′ê û civînên QSD′ê yên li gel xelkê herêmên nû hatine rizgarkirin, her wiha li ser daxwaza xelkê wan herêman ê ku modela Rêveberiya Xweser mîna ya Cizîr, Kobanê û Efrînê li herêmên wan jî pêk were, nîşaneyên pêwîstiya bi nûkirin û ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî ya ji sala 2014′an ve di meriyetê de ye, derketin pêş. Pêwîstiya ji nû ve sazkirina Hevpeyama Civakî yek ji encamên Kongreya Nîştimanî ya gelê Cizîrê û Firatê bû; MSD´ê ev kongre di 25′ê Mijdara 2020′î hatin lidarxistin, her wiha piştî civînên berfireh ên MSD′ê yên li hundir û derveyî welat ên li gel nûnerên hêz, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, şêx û rûspiyên eşîran jî vê pêwîstiyê xwe nîşan dabû.
Ji bo pêkanîna biryarên Kongreya Nîştimanî ya xelkê Cizîrê û Firatê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî da. Li ser vê yekê meclisê di civîna 15′ê Tîrmeha 2021′an de komîteyeke piçûk a ji 30 kesan ava kir da ku hevpeymana civakî ji nû ve saz bike.
Qonaxên amadekirina hevpeymanê
Komîteya Piçûk ji 15′ê Tîrmeha 2022′an ve û di nava 5 mehan de reşnivîsa Hevpeymana Civakî ji nû ve saz kir ku wek peymana Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hatibû amadekirin. Nivîsandina Hevpeymana Civakî di 11′ê Kanûna par de kete qonaxa duyemîn, dema ku komîteya piçûk dest bi pêşkêşkirina pêşnûmaya xwe ya dawî ji komîteya berfireh re kir. Komîte ji 158 endamên jin û mêr ên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Çerkes, Ermen, Çeçen, Tirkmen û yên din, her wiha ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan, hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl û gelek saziyên civakî yên li herêmê pêk tê. Pêvajoya qonaxa duyemîn a pêşnûmaya hevpeymanê di Sibata 2022′yan de bi dawî bû, piştî ku 4 rûniştin di Kanûna par, û Çile û Sibata 2022′yan de bi navbera 20 rojan hatibûn lidarxistin.
Qonaxa duyemîn di nava pêvajoyên berê û yên pêş de ya herî zehmet bû, di 4 rûniştinan de li ser hin têgeh, nav, xalên ku di pêşnûmaya hevpeymana civakî de cih digirin, nîqaşên berfireh hatin kirin. Di encamê de pêkhateyan li hev kir û bi pirraniya dengên beşdaran, guhertinên dawî yên reşnivîsa hevpeymana civakî hate pejirandin û qonaxa sêyemîn dest pê kir. Di pêvajoya qonaxa sêyemîn a pêşnûmayê de komîteyeke berfireh a ji 158 kesan, pêşnûma pêşkêşî raya giştî kir da ku bikaribe bi hejmareke herî zêde ya beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sazî û rêxistinên li herêmê, pêşnûma were gotûbêjkirin. Pêşkêşkirina pêşnûmayê qederê salekê dewam kir, di wê demê de endamên komîteya berfireh bi komun, meclis, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, hêzên leşkerî û ewlehiyê û beşên din ên civakê yên herêmê re civiyan. Ev pêvajoya qonaxa sisiyan 7’ê Kanûnê bi dawî bû, pê re komîteya berfireh pêşnûma pêşkêşî Meclisa Giştî kir. Piştî lêkolîna pêşniyazên li nava raya giştî hatibûn minaqeşekirin, û guhertina pêşnûmayê bi awayekî ku ne li dijî regezên sereke yên hevpeymanê bin. Pêvajoya lêkolîn, şopandin û çavdêrîkirinê ji hêla komîteyên piçûk û Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ve di Sibata îsal de dest pê kir û 9 mehan dirêj kir.
Naveroka hevpeymanê
Hevpeymana civakî ji 4 beşên sereke pêk tê: Regezên bingehîn, maf û azadî, rêxistina civakê û xalên giştî. Ev 4 beş ji 109 xalan pêk tên; teşe û sîstema rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pergala saziyên wê, mekanîzmaya birêxistinkirina civakê û hilbijartinan, helwêsta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê siberoja Sûriyeyê de, nêrîna wê ya ji bo partî û rêxistinên siyasî, zimanên pejirandî, nêrîna wê derbarê jinan de, nêrîna wê ya şaristanî û çanda herêmê, parastin, jîngeh û aborî, perwerde û fêrbûn, çavdêrî û mekanîzmaya çareseriyê.
Herwiha di Hevpeymanê de guhertinên cidî jî çêbûn. Li gorî Heypeymana Civakî ya nû, Rêveberiya Xweser navê xwe guherand, her wiha dadgeheke destûrî ji bo parastina hevpeymanê tê avakirin. Rêveberiya Xweser navê xwe guherand û bû ‘Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’. Êdî herêmên Rêveberiya Xweser yek herêm e û 7 kanton in. Di hevpeymanê de, guhertinên nû di sazûmaniyên şaredariyan de çêbûne, Desteya Şaredariyan wê bê guhertin û bibe Kombûn û Yekitiya Şaredariyan. Di hevpeymanê de navê Meclisa Giştî bû Meclisa Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha li gorî peymanê wê hin saziyên din wekî Saziya Çavdêriyê ku girêdayî Meclisa Gelan be, bê avakirin. Di hevpeymana nû de, ‘Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî’ û ‘Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî’ wê bên avakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN