'Hevkariya bi dijmin re heram e'
Şemî 12 Hezîran 2021 - 04:53
Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) li ser dagirkeriya dewleta Tirk û rewşa metirsîdar a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da, bal kişand ser bendestiya gelê Kurd a bi salan û têkoşîna wan a ji bo mafên xwe yên xwezayî û rewa.
CÎK bi bîr dixe ku dijminê sereke yê gelê Kurd Dewleta Tirk e û dibêje, pêwîst e ku tevgerên Kurd jî hemû vê rastiyê bibînin û di axaftinên xwe de hev reş nekin, bi tifaq û hevgirtî tevbigerin. CÎKʼê got, “Pêwîst e ku gelê me jî têkiliyên li dij gel û axa pîroz ên bi dagirkeran re, ji xwe re heram û gunehekî mezin bizane. Çi eşkere çi veşartî, têkiliyên li dij kurdekî din, ên bi dagirkeran re divê werin teşhîrkirin ku xwediyê van tekiliyan di nav mala Kurd de, nikaribe bijî û wek kesayetekî xayîn ji nav mala Kurd were derkirin. Têkilî û danûstandinên dîplomasî û ticarî pêwîst in, lê divê li ser xwîna kurdan neyên kirin. Kesên şerê navxweyî sor dikin û didin sorkirin, divê ji hêla her Kurdekî ve were astengkirin û pêşî lê were girtin.”
Civaka Îslamiya Kurdistanê dibêje; “Şerê Kurd bi Kurd re û hevkariya Kurd bi dagirkerên Kurdistanê re heram û gunehekî mezin e. Sorkirina kurdkuştinê heram e û guneh e. Fîtne û gurkirina nav mala Kurd heram e.
NAVENDA NÛÇEYAN