Hevkariya bi dijmin re êdî Bes e

În 20 Mijdar 2020 - 16:15

  • Dayika Aştiyê mûhlîse Hinar, bi gotina “Êdî bes e, bila yekitiya neteweyî çêbe” bang li aliyan kir û got, “Bi rûniştina li ser maseyê lihevkirin dibe.”

Dayîkên Aştiyê hevkariya PDK û dewleta Tirk protesto kir. Endamên Înîsayatîfa Dayikên Aştiyê yên Êlih û Sêrtê, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û hewldanên provakatîf ên şer protesto kirin. Dayikan li ber Navenda Kar a Nasiroglû ya li Êlihê daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek HDP’î jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê dayikan, endama înîsiyatîfê Mûhlise Hinar got, ji bo pêşîgirtina li komkujiyan çi ji destê Kurdan bê, divê bikin: “Em komkujiya birakujiyê naxwazin. Kesên hinek wijdanê wan heye, vê tiştê naxwazin. Kesê ji xwe re dibêjin mirov, divê yekitî û aştiyê bixwazin.”

Hinar, bi gotina “Êdî bes e, bila yekitiya neteweyî çêbe” axaftina xwe domand, bang li aliyan kir: “Bi rûniştina li ser maseyê lihevkirin dibe. Kî dibe bila bibe, divê pêşî li aştiyeke bi rûmet veke. Em mirina ciwanan naxwazin. Êdî bes e.”

Piştî daxuyaniyê dayikan bi tilîliyan laçikên xwe yên spî avêtin erdê û wan daxwaza yekîtiya neteweyî kir.

ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.