• Mamoste Yûsra mamosteyeke ciwan e. Wê bi derfetên xwe yên kêm li Şengalê dibistaneke bi navê “Hêviya Zarokan” vekiriye û li dibistanê zarokan perwerde dike. Mamoste Yûsra dide zanîn ku şagirtên wê roj bi roj zêdetir dibin, lê derfeta dibistanê nîne ku hemûyan bi cih bike. Ji bo ev daxwaza wê pêk were, pêdiviya wê bi cihekî mezintir heye.

EVÎN ŞENGALÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Mamosteya ciwan, Yûsra ji bo perwerdekirina zarokên Şengalê bi derfetên gelek kêm, cihekî perwerdeyê ya bi navê “Hêviyên Zarokan” vekiriye. Mamoste Yûsra, ne tenê perwerdeya ziman, werzîş û huner dide şagirtên xwe, her wiha ew alfabeya jiyanê jî hînî zarokan dike û ji bo ev perwerde xurttir bibe, bang dike da ku piştgiriya wê bê kirin.

Ji ber fermana 2014’an, nîvê Şengalê wêran bû û bi hezaran kes penaber û koçber bûn. Lê piştî rizgarkirinê û avabûna Rêveberiya Xweser a Şengalê, Şengal ji nû ve hate avakirin. Şengal niha hem ewle ye û hem jî şaredariyên gel xebatên xizmetgûzariyê bi rê ve dibin. Lê ji ber astengiyên hikûmeta Iraqê yên li ser daxwaza PDK’ê, hîna jî sîstema perwerdeyê bi xweşikî rûneniştiye. Li aliyekî bi zimanê Erebî ya ser bi hikûmeta Iraqê, li aliyekî Kurdiya latînî û li aliyê din Kurdiya aramî perwerde hene. Bivênevê parçebûna sîstema perwerdeyê ya bi vî awayî tesîreke ne baş li zarokan dike. Tevî miracaetan hemûyan, Rêveberiya Xweser a ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê jî, hîna Iraqê ev daxwaz qebûl nekiriye.

Li gorî asta zarokan bernameyan çêdike

Mamoste Yûsra ya 23 salî, ji bo zarokan cihekî bi navê, “Hêviyên Zarokan” li navenda Şengalê vekiriye. Di bin şertên zehmet û derfetên kêm de hewl dide zarokan di gelek mijaran de perwerde bike. Zarokên tên dibistana, “Hêviyên Zarokan” bi zimanên Erebî, Ingilîzî û Kurdî perwerde dibin û hejmara wan li derdora 40 zarokî ye. Mamoste Yûsram, zarokên diçin dibistanê perwerde dike. Lê yên ku naçin dibistanê jî bê perwerde nahêle. Mamoste Yûsra got, “Ez dersê li gorî zarokên diçin dibistanê û naçin dibistanê ji hev vediqetînim û li gorî asta wan didim.”

Hevaltiyê jî fêr dike

Mamoste Yûsra ji xeynî perwerdeyê jî bi zarokan re mijûl dibe û hewl dide di warê civakî de malbatên zarokan hişyar bike. Ew ji dayik û bavan jî dixwaze ku ji derûniya zarokên xwe fêm bikin û derbarê vê de got; “Ji derveyî dersa ziman, ez hewl didim hevaltiyê jî fêrî wan bikim. Divê dayik û bav jî bi taybetî li ser vê mijarê rawestin. Her wiha di warê rêzgirtin, hev fikirandinê de jî bên perwerdekirin. Divê dayik û bav li derûniya zarokên xwe bifikirin, ti carî wan li gel yekî din piçûk nexînin. Heger zarok li gel hinek kesan were piçûkxistin û kêm were dîtin, baweriya wî/wê ya bi xwe namîne, xemokî dibe. Heger di dibistanê de serketî jî nebe, divê timî hêviyê bidinê û xwe hêrs nekin.”

Roj bi roj şagirtên xwe zêde dike

Di dewama axaftina xwe de mamoste Yûsra got, “Destpêkê 6 şagirtên min hebûn, lê niha hejmara şagirtên min bûye 40. Roj bi roj zarok zêde dibin. Ez hewl didim zarokên tên gel min, perwerde bikim, taybetmendiyên pozîtîf li cem wan bi pêş bixim, ji bo fêrî hevalên xwe jî bikin. Ji ber zêdebûna hêjmarê, cih teng bûye, ez naxwazim yên dixwazin werin, bi paş ve vegerînim. Pêwîstiya van zarokan bi cihekî mezin heye. Ev odeya ku min çêkiriye, li gorî derfetên min e. Heger hevkarî were kirin, dikarim cihekî mezintir ji bo zarokan dabîn bikim û hejmareke zêdetir perwerde bikim.”

Cihê me teng û sar e!

Warvîna piçûk a li vê navendê fêrî tîpên Kurdî yên Aramî, Latînî û Ingilîzî bûye, dixwaze cihekî wê ya werzîşê yê mezin jî hebe û dibêje: “Ez dixwazim cihê me yê werzîşê mezin be û em bi cilê werzîşê, werzîşê bikin. Cihê em lê perwerde dibin, sar e. Em li vir wêneyan xêz dikin û werzîşê dikin. Dema em di dersên xwe de bi ser dikevin, mamosteya me diyariyan dide me.”

Dilgeş jî dibêje, wî berê tîp nas nadikirin, lê li dibistana “Hêviyên Zarokan” fêrî tîpan bûye: “Cihê me teng û sar e. Daxwaza me ew e ku cihê me fireh bibe. Tişta li vir kêfa min jê re tê, werzîş, perwerdeya ziman û lîstina bi gogê ye.”