• Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr dixwaze bi riya parlamenterên serbixwe, hejmara qanûnî ya parlamenteran tevlî civîna parlamenê bike ji bo hilbijartina Serokkomar.

Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr dixwaze bi riya parlamenterên serbixwe, hejmara qanûnî ya parlamenteran tevlî civîna parlamenê bike ji bo hilbijartina Serokkomar. Lewma Sedr spasiya parlamenterên serbixwe kir yên ku qebûl kirine tevlî civînê bibin.

Biryar e ku di 26’ê Adarê de Parlamena Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê bicive. Di 7’ê Sibatê de biryar bû ev hilbijartin bibe, lê wê demê ji ber nakokiyan û parlamenter neamadebûn li gorî qanûnê parlamen nekarî bicive.

Li Iraqê bi giştî 40 parlamenterên serbixwe hene. Niha Serokê Tevgera Sedr hewl dide ku bi riya van parlamenterên serbixwe, rêjeya qanûnî ya tevlîbûna civîna parlamena Iraqê temam bike.

Ji ber ku parlamenterên serbixwe qebûl kirine tevlî civînê bibin, Sedr peyamek weşand û malavahiya wan kir. Sedr ji wan re got, ew ê wan xelat bike: “Her çiqas min rasterast nebihîstibe, lê bersiveke hestpêkîrî ya birayên serbixwe têkildarî twittera min ya dawî de hebû, ez spas dikim ku we berjewendiyên niştimanî li pêşiya berjewendiyên xwe yên taybet xist. 

Em bi israr in ku di demeke herî kin de xelateke herî xweşik bidin, lê ne bi parvekirina kekan, ji ber ku ne em bi vê razî ne û ne jî ew. Belku bi riya pêçana birînên we û hewldana rêxistina rêzên we be.” 

Sedr (Şîî) û Helbûsî (Sunî) destekê didin namzetê PDK´ê. Beramberî wê Hêzên yekîtiya Şîî destekê didin namzetê YNK´ê. Ji ber ku tifaqa PDK, Helbûsî û Sedr xurttir e, çav li rê ye ku yekîtiya Şîî û YNK rûniştina 26´ê Adarê boykot bikin û bihêlin ku hilbijartin neçe serî.

Ji ber wê jî tevlîbûna parlamenter serbixwe dikare diyarker be.

ROJNEWS / BEXDA