Hêviya dayika min dizîn

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:55

MUJDAT CAN / MA / AMED

Ji 25'ê Adara 2021'ê vir ve ji Rêber Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ne, tu agahî nayê girtin. Bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hevdîtinên malbatê û parêzeran tên astengkirin. Li gel vê hat ragihandin ku berdana girtî Veysî Aktaş salekê hatiye taloqkirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyand ku teblîxat ji wan re hatiye ku berdana Veysî Aktaş ku diviyabû di 28'ê Nîsanê de bihata berdan, salekê hatiye taloqkirin. Xwişka Aktaş Sabîha Aslanê nerazîbûn nîşanî vê rewşê da, diyar kir ku ev biryar ew matmayî nekirine û got ku ew bi dewleteke ku "hiqûq, edalet û wijdanê nas nake" re rû bi rû ne. Aslanê anî ziman ku 8 sal in nikarin birayê xwe Aktaş bibînin û got:"Em bi şev û roj meraqa wan dikin. Erdhej, nexweşî, karesat çêbû... Lê me agahî negirt. Dayika min kesekî dilsoz e, hêviyek wê hebû. Dayika min bi hêviya '30 sal qediya, wê were' li benda birayê min bû. Lê wan hêviya dêya min jî dizî."  Aslanê bang li saziyên sivîl û partiyên siyasî kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê hestyar bin û got:"Divê tavilê tecrîd rabe. Tiştekî ku tecrîdê tarîf bike tune ye. Zarokên me di tecrîdê de ne. Ne tenê birayê min, girtiyên li girtîgehên din jî di bin tecrîdê de ne. Lê bi taybetî jî li Îmraliyê tecrîdeke pir giran heye. Têkiliya wan bi çivîkekê re jî tune ye. Divê rayedar bi taybetî jî Wezareta Dadê erka xwe bi cih bîne. 4-5 sal in kujer, tecawizkar tên berdan, lê kesên ji ber fikrên xwe 30 sal in girtî ne nayên berdan." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.