• Înternasyonalîst Pablo: Ocalan tiştên ku dîrokzanên klasîk dinivîsîn nanivîsîne. Ew îdeologek e. Ew fikran hildiberîne, wan vedibîne. Ez îro weke her kesê li vir ji ber ku dixwazim Rêber Apo azad bibe, çalakiyê dikim.

PERVÎN YERLÎKAYA
MANNHEIM

Rêzeçalakiyên ciwan û înternasyonalîstan ên li Elmanyayê li dijî bêbextiya navneteweyî dewam dikin. Çalakî îro di roja 6´an de ne. Di roja 5´an a çalakiyê de di bin berfê û seqemê de bi beşdariya qederê 150 çalakgerî li bajarê Elmanyayê Mannheimê dewam kir. Di çalakiyê de 15 çalakgerên ji Spanya û Katalanyayê û 25 çalakgerên Elman jî cihê xwe digirin. Yek ji van ciwanên înternasyonalîst jî Pablo Vazquez ê 21 salî ye. Ew ji Giravên Kanaryayê ye. Pablo ev cara diduyê ye ku beşdarî meşa dirêj dibe. Ew sedema beşdarbûna xwe wiha rave dike: "Tiştekî ku di rastiya welatê me de nîne, li vir heye: Hêvî! Li vir hêviya avakirina dinyayeke nû heye. Ev jî min xurt dike."

Ji ber pandemiyê bi dehan înternasyonalîstên xwestin beşdarî çalakiyan bibin nikarîbûn. komîteya amadekar a Meşa Dirêj ev yek ji çalakgerên ji Katalanyayê re jî gotiye, lê wan gotiye şert û merc çi dibin bila bibin, ew ê beşdar bibin. Pablo Vazquez jî yek ji wan e.

Ji ber tevdîrên koronayê rêya wî 5 rojan kişandiye. Ew ji bajarê Tenerîfe yê li Giravên Kanaryayê bi keştiyê dide rê. Digihe Madrîdê, ji wir diçe bajarê Fransayê Metzê û ji wir jî bi otobusê xwe digihîne Frankfurtê. Lê çima wî tevî ku rê kêm bûn jî wî ev rêwîtî da ber xwe? Ew vê yekê wiha rave dike: "Li dinyayê desthilat her roj mezintir dibe û xwe berdide şaneyên civakê, di wan de bi cih dibe. Li şûna ku bermaberî vê diyardeya desthilatê em li mala xwe rûnin, divê em li ber belavbûna wê rabin, serî rakin."

Rojava mînak e
Wî jî di pêvajoya Şoreşa Rojava de Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye. ji bo wî Şoreşa Rojava mînakeke gelekî hêja ye: "Avahiya Konfederalîzma Demokratîk a Rojava cihê ye û divê ji tevahiya dinyayê re bibe nimûne. Rola jinê ji tecrûbeyên hemûyan zêdetir e.“

Wî kitêbên Ocalan ê wergerandî Spanî xwendine û dibêje ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan gelek tesîr li wî kirine: "Ocalan tiştên ku dîrokzanên klasîk dinivîsîn nanivîsîne. Ew îdeologek e. Ew fikran hildiberîne, wan vedibîne. Ez îro weke her kesê li vir ji ber ku dixwazim Rêber Apo azad bibe, çalakiyê dikim."