Piştî gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê çû serdana Bexdayê. Şande bi partiyên siyasî yên li Bexdayê re civînên xwe dewam dike. Berdevkê şandeyê Faris Herbo, ragihand ku hevdîtinên wan dewam dikin û wan ji partiyên siyasî xwestiye li hemberî gefên dewleta Tirk xwedî helwêst bin.
Piştî gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, ev şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê çû serdana Bexdayê. Di nava şandeyê de nûnerê PADÊ, nûnera TAJÊ, Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêveber a Şengalê hene.
Di nava rojên bihurî de şande bi gelek aliyên sîyasî yên di Parlamena Iraqê de, civiya.
Berdevkê Şenadeya Rêveberiya Xweser a Şengalê, Faris Herbo têkildarî hevdîtinên li Bexdayê got, ji roja peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê hat îmzakirin û vir ve, ew wek Rêveberiya Xweser di nava hewldanan de ne. Wî got, “Bi berxwedan û hewildanên me, ev peyman heta niha pêk nehatiye anîn. Lihevkirin ne di berjewendiya gelê herêmê de ye. Di hevdîtinên me yên bi partiyên siyasî re, mijara sereke gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ne. Me daxwaz li aliyan hemûyan kir da ku bi hev re hemberî dewleta Tirk xwedî helwest bin.”
Faris Herbo herî dawî got; “Di hemû hevdîtinan de nêzîkatiyeke êrênî heye, daxwaza me jî ya wan jî pêkanîna mafê rewa yê gelên Iraqê ye. Li ser vî bingehî hevdîtinên me dewam dikin.”
ROJNEWS/BEXDA