Hevdîtinên Rêveberiyê li Îtalya

În 8 Adar 2024 - 00:55

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewrûpayê Ebdulkerîm Omer, berdevka YPJ’ê Rûksan Mihemed, hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen pêk tê, bi cîgira Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Îtalya Lea Quartabelli û 8 endamên din ên komîteyê re civiya. Di hevdîtina ku li avahiya parlamentoyê ya li Romayê pêk hat de, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tecrubeya rêveberiyê ji endamên parlamentoyê re vegotin û bal birin ser rola jinan di şoreşê de. Nûnerên Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser dikare li herêmên din ên Sûriyeyê pêk were û wekî rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê nirxand. Her wiha îşaret bi şerê li dijî komên çete kir û diyar kir ku şaneyên wê hîna çalak in û sûdê ji mijulbûna QSD’ê bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê digirin. Bal birin ser bangewaziyên wan ên ji bo avakirina dadgeheke taybet li herêmê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’yên girtî û dan zanîn ku hebûna bi deh hezaran girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan li herêmê mîna bombeyeke li ber teqînê. Di hevdîtinê de endamên şandeya Rêveberiya Xweser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê jî vegotin û dan ku li herêmên dagirkirî sûcên hovane tên kirin û êrişên li dijî herêmê û binesaziya wê berdewam in. Nûnerên Rêveberiya Xweser bang kirin ku divê civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng nemîne.

Divê pêşî li Tirkiyeyê bê girtin

Endamên Parlamentoya Îtlayayê jî bal birin ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyeyê gûrtir dike û gotin divê pêşî lê bê girtin. Endamên parlamentoyê anî ziman ku di serî de DAIŞ’ê  komên tundraw sûdê ji hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê digirin û diyar kir ku divê civata navneteweyî berpirsyariyên xwe bînin cih û piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin. Her wiha şandeya Îtalyayê destnîşan kir ku wê bi hikumeta xwe re, naveroka hevdîtinê, mijarên ku hatine nîqaşkirin gotubêj bikin ku di nav de derfeta şandina desteyekê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ji bo ku rewşa mirovî bişopîne û rêbazên gihandina alîkariyan, peyda bike.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.