Hevdîtin û berxwedan dewam dikin

Çarşem 24 Gulan 2023 - 13:41

Şandeyeke nûnerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi rayedarên Iraqê û nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) re civiya. Şandeyê, daxwazên xelkê wargehê pêşkêşî nûnerên NY´yê û hikûmeta Iraqê kirin.

Piştî civînê li ser navê şandeyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yûsif Kara li ser civîn û encamên wê, peyameke kurt da xelkê Mexmûrê û got, “Careke din bi berxwedana we, raya Kurdistanî, heta astekê tişta wan dixwest me rê neda ku pêk bînin. Lê li ser ya xwe bi israr in. Dibêjin, ‘Em ê çêbikin’. Piştî vê wê çi bi xwe re bîne, çi bikin; em niha nikarin tiştekî bibêjin. Lê em ê bi vê berxwedan û sekna xwe, hevdîtinan dewam bikin. Her encama ku derkeve em ê bi we re parve bikin.

Herkes qala berxwedanê dike

Me weke civak, gelek berdêl daye, bi vê berxwedêriyê û sekna xwe, îro cîhan tev qala vê wargehê dike. Ev ji bo vî gelî rûmet û kerameteke mezin e. Xelk wê dersê jê bigire.”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku 20’ê Gulanê artêşa Iraqê xwest bi gelek wesayîtên zirxî û leşkeran bi têl û bircan dorê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bigire. Ji wê rojê ve, xelkê Mexmûrê kon danîne û li ber xwe dide.

Kurd li rex xelkê Mexmûrê ne

Hewldane dorgirtina li Mexmûrê, li bajarê Marîgnane yê Fransayê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatin rûreşkirin.

Kurd li meydan Marîgnaneyê kom bûn û gotin “Mexmûr ne bi tenê ye”. Wan bang li NY´yê kir ku ji bo kampa di bin berpirsyariya xwe de erk û wezîfeya xwe bi cih bîne.

Di çalakiyê de bang li artêşa Iraqê jî hate kirin da ku tavilê ji kampê vekişe.

Ji bo piştgiriya bi xelkê Kampa Mexmûrê re li bajarê Elmanyayê Bielefeldê jî, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Kurd kom bûn û dorpêça artêşa Iraqê ya li ser Kampê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bang li artêşa Iraqê hate kirin da ku tavilê xwe ji wargeha Mexmûrê vekişîne. Serzad Şengalî daxuyanî da û got, "Helwêsta hikûmeta Iraqê nayê qebûlkirin. Divê ji dora kampê vekişe. Em bang li Neteweyên Yekbûyî jî dikin da ku berpirsyariya xwe bi cih bîne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.