Hevala me xwînşîrîn Rûken Jiyan

Çarşem 13 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Di 1'ê Tîrmehê 2022’an de, hevala me Rûken Jiyan, bi hevalên xwe yên yekîneyê re dema ku li ser erka xwe bû di encama bûyereke xwezayî de şehîd bû. 

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK), bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hevrêya wan Rûken Jiyan (Sena Mayûf) di bûyereke xwezayî de şehîd bûye û nasnameya wê eşkere kir.

Di daxuyaniya YRK'ê de ev tişt hate diyarkirin: “Di 1'ê Tîrmehê 2022’an de, hevala me Rûken Jiyan, bi hevalên xwe yên yekîneyê re dema ku li ser erka xwe bû di encama bûyereke xwezayî de şehîd bû. Bi salên dirêj li çiyayên Kurdistanê li hember dijminê dagirker têkoşînek bê hempa tê meşandin. Ev têkoşîn di her milî de di şert û mercên zehmet de tê rêvebirin. Di vê têkoşînê de çiyayên Kurdistanê ji bo me bû stargeh û qadên jiyanê. Lê ev bûyerê ku rû da bêşansîyek mezin bû û yekîneyên me yên Rojhilatê Kurdistanê jî pir xemgîn kir. Em di serî de ji bo malbatê Şehîd Rûken û ji hemî gelên xwe yên welatparêz sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna azadiyê dubare dikin.

Bi eslê xwe Ereb bû

Hevrêya me Rûken Jiyan bi eslê xwe Ereb e û li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 2016 beşdarî gerîla dibe. Di sala 2018’an de berê xwe da qadên Rojhilatê Kurdistan. Ji roja ku di nav xebatê de cihê xwe girt heta kêliya şehadetê xwe bêyî teredutê, bi xwestek û kelecanek mezin kar kir. Hevala me ya xwînşîrîn Rûken Jiyan di vê têkoşîna azadiyê de qasî ku hişmendiya jina azad nas kir di heman demê de li hember hişmendiya zilama serdest jî xwedan fikir û helwest bû. Ew wek mîlîtanek rêya jina azad nirxên giranbiha ji me re hişt. Em jî wek hevalên wê pêwîst e hewldanên wê fehm bikin û di bicihanina bîrdoziya Rêber Apo de wekî wê bibin xwedan pratîk û azwerî.

Li hemberî heqîqetê vê jiyanê ewqas bi baldar û bi meraq bû ku ji destpêkê heta niha hemû dînamîzmên ku di Tevgera Azadiyê de hatine jiyîn, lêkolîn dikir û hewil dida di nav vê deryayê wateyan de avjenî bike û pê re bibe yek. Kesayeta wê ya lêgerînvan wê zêdetir nêzî felsefeya Rêber Apo dikir û di rêya famkirina fikir û felsefeya Rêbertî de bi tempoyek bilindtir pêş diket. Rêhevala me Rûken bi hemû jiyana xwe ya şoreşgerî ve bû pîvana vê xetê û bû pêşenga vê dozê.

Îro bi şehadeta heval Rûken kîn û nefreta me ya li hember dijminên dagirker zêdetîr bû û fikir û hestên tolhildanê ku di dil û mejiyê me de her tim geş e hîn dijwartir bû. Ji ber vê rastiyê wekî yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê em ê her tim li pey şopa şehîd Rûken bimeşin û bi hewildanên herî bilind xwedî armanc û xeyalên şehîdên xwe derbikevin.”

ANF/ŞAHO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.