‘Heval Sara sembola berxwedanê ya jinan e’
Çarşem 8 Çile 2025 - 03:05
Gaziya şer Zarîn Kobanê destnîşan kir ku ji Sakîne Cansiz fêr bûne bê divê jinên şoreşger çawa tevbigerin û got, “Heval Sara sembola berxwedanê ya jinên têkoşer û berxwedêr e.”
Sakîne Cansiz (Sara) yek ji avakerên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê ye ya 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê hat damezirandin. Sakîne Cansiz heya roja jiyana xwe ji dest da weke jineke pêşeng bi awayekî aktîf di nav Tevgera Azadiyê de cih girt. 9’ê Çileya 2013’an Sakîne Cansiz bi nûnera KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) re di encama sûîqesteke nemerd de li Parîsa paytexta Fransayê hatin qetilkirin.
Gaziya şer Zarîn Kobanê bi wesîleya salvegera şehadeta pêşenga jinên têkoşer Sakîne Cansiz ji rojnamevan Selena Dêrik re axivî.
‘Nûnera milîtaniya Apoyî bû’
Zarîn Kobanê ya di destpêka axaftina xwe de di şexsê pêşenga jin Sakîne Cansiz de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî got, “Bêguman mirov têkildarî hevala Sara çi bêje jî wê kêm bimîne. Lê erk û wezîfeyeke me ya şoreşgeran jî ew e mirov jiyan, têkoşîn û sekna hevalên xwe yên şehîd bigihîne mirovan. Divê civaka me zanibe bê ku şoreşger û berxwedêrên ew qasî hêja û bi nirx ji bo azadiya wan şer kirine. Hevala Sara yek ji pêşengên Tevgera me ya giştî û Tevgera Azadiyê ya Jinan e. Em ji Rêber Apo û hevala Sara fêr bûn bê divê jinên şoreşger çawa tevbigerin, li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Di pêvajoyên herî zor û zehmet de hevala Sara nûnertiya milîtaniya Apoyî kir. Di demên ku dijmin hewl dida Tevgera Azadiyê li zindana Amedê tine bike de, berxwedaniya herî esîl nîşan da û di nav çar dîwaran de bû hevrê û pêşenga hemû jinên girtî jî.”
‘Heval Sara pir ji hevalên gazî hez dikir’
Zarîn Kobanê anî ziman ku pêşenga jinan Sakîne bi sekn, xebat û tevgera xwe ji bo tevahî jinan mînak e û wer dewam kir, “Min hevala Sara li herêma Xinêre û Girê Bihar çend caran dîtibû. Sohbetên me çêbibûn. Nêzîkatiyên heval Sara yên ji bo tevahî hevalan li gor prensîb û pîvanên Apoyî bûn. Hevala Sara yek ji wan hevalan e ku Rêbertî baş fêm kiriye û pratîze kiriye.”
Gaziya Şer Zarîn da xuyakirin ku Sara cewherê jina serhildêr e û got, “Dema me agahiya şehadeta heval Sara, Rojbîn û Ronahî bihîst em pir bandor bûn. Hevala Sara bi hemû jiyana xwe temsîla milîtaniya Apoyî dikir. Divê hevaltiya di nav Tevgera Azadiyê de çawa be timî bi awayekî herî berbiçav nîşan da. Heval Sara bi taybetî pir cuda nêzî hevalên gazî û birîndar dibû. Pir ji wan hez dikir. Ligel vê ji xwezayê jî pir hez dikir. Ji bo sererastkirina hinek tiştan carinan bi saetan û bi rojan bi mirovan re nîqaş dikir. Nîşandana rêya rast yek ji prensîbên wê yên esasî bûn.”
Zarîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de jî got, “Weke hevaleke gaziya şer ez bang li tevahî jinan dikim ku xwedî li şehîdan derkevin. Divê jin zanibin ku bi têkoşîn û berxwedana hevalên weke Sara ji me re hiştine teqez em ê bigihîjin azadiyê. Hevala Sara di rêya herî mafdar û heqiyê de meşiya. Em ê ti carî hevala Sara ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em weke gaziyên jin soz didin ku em ê tola heval Sara rakin û armancên wê bi serketineke herî pîroz tacîdar bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN