Heval Lalo koç kir

Sêşem 1 Îlon 2020 - 16:42

  • Kedkarê Navenda Civaka Kurd a Londonê Mehmet Surekçî bi nasnav Heval Lalo wefat kir.

EREM KANSOY/LONDON

Kedkarê Navenda Civaka Kurd a Londonê Mehmet Surekçî bi nasnav Heval Lalo wefat kir. Lalo bi qasî 30 sal bûn ku li Komeleya Kurd xizmeteke mezin bi fedekarî kir. Lalo yê 62 salî nexweşiya dil û şekir li cem hebû û demeke dirêj tedawî dibû.
Lalo li Londonê tenê dima û guhê wî nedibihîst û nikarîbû biaxive. Lalo li komeleyê berberî dikir. Xelkê gelekî jê hez dikir û ji lewra Kurdistanî gelekî xemgîn bûn.
Meclîsa Gel a Londonê li ser wefatê daxuyaniyek da û ragihand, wefata Lalo ew gelekî xemgîn kiriye û ew weke dîrokeke zindî bi nav kir û îşaret bi keda wî kir.
Lalo li navçeya Qadilî ya Edenê ji dayik bûbû û çav li rê ye ku wê di rojên bê de ji bo li cihê lê ji dayik bûye were veşartin wê bişînin warê wî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.