• Meclîsa Kantona Efrînê, dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve, şermezar kir û got, heta vegereke birûmet ew ê berxwedanê bidomînin.

Meclîsa Kantona Efrînê, dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve, şermezar kir û got, heta vegereke birûmet ew ê berxwedanê bidomînin. Meclîsê xwest Erdogan wek kujer bê dadgehkirin. Li tevahiya Cizîrê û Kobanê jî bi salvegera 4´an dagirkirina Efrînê, çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. 

Meclisa Kantona Efrînê doh bi boneya çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyanî da. Wê got, “Di ser komkujiya Efrînê re 4 sal derbas bûn û Tirkiyeya faşîst hê jî komkujiyan didomîne. Ev hemû binpêkirinên hovane li ber çavên hemû cîhanê û rêxistinên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, tên kirin.

Koçberên Şehbayê hemû di berxwedana xwe de bi biryar in. Her roj rastî binpêkirinên dermirovî tên û faşîzma Tirk her tim sivîlan bombebaran dike. Em ê berxwedana xwe heta dawiyê bidomînin û heta vegera Efrîna azad û birûmet em ê bi paş ve neçin.

Em bang li hemû saziyên ku îdiaya mafên mirovan dikin û Neteweyên Yekbûyî dikin da ku rêbaz û nêzîkatiyên xwe yên li hemberî dozên gelan di ber çavan re derbas bikin û van binpêkirinan belge bikin û Erdogan wekî kujer dadgeh bikin.”

Bi hezaran kesî li herêma Cizîrê bi boneya çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê xwepêşandan kirin.

Li Hesekê xwepêşandanê ji Pira Muftî ya li navenda bajêr dest pê kir û li Qada Şehîd Serhed bi dawî bû.

Wekî din li Dirbêsiyê, Holê, Til Temirê, Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Amûdê, Til hemîsê bi hezaran kesî dagirkeriya dewleta Tirk rûreş kir.  

Bi sedan xelkê kantona Kobanê jê bi dirûşma "Efrîn rûmeta me ye, li rûmeta xwe xwedî derkevin" xwepêşandan kirin û sûcên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN