• Li seranserê Ewrûpayê Kurdistaniyan û dostên wa li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakî li dar xistin. Çalakgeran destek da grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî û doza serbestkirina Abdullah Ocalanî kir.  

Li bajarên Elmanyayê Berlîn, Stuttgart, Mannheim, Nurnberg û Dortmundê yên Elmanyayê û li bajarên Fransayê Parîs, Marsîlya û Bordeauxê, li bajarê Holandayê Den Haagê, û li paytexta Îtalyayê Romayê, bi çalakiyan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Çalakgeran destek da grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên li hepsên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê jî.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN´ê di gelekan ji van çalakiyan de pêşengî kir.

BERLÎN: TCŞ´ê meşa protestoyî organîze kir û meşê ji Hermanplatzê dest pê kir. Endamên Meclîsa Kurdistaniyan a Azad, Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, TCŞ, TÊKO-JIN, ATÎF, jin ên ciwan ên Zora, Young Struggle û komên antîfaşîst tevlî çalakiyê bûn. Aktîvîstekî TCŞ'ê di dema meşê de axivî û got, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan ne ya qebûlkirinê ye. Nûnerê Young Strugglê jî diyar kir ku ji ber têkiliyên bazirganiyê yên dewletên Ewrûpayê bi Tirkiyeyê re, hewl didin Kurdan bi taybetî jî ciwanan krîmînalîze bikin. Di dawiya meşê de li Kotbussertor hunermendê Kurd Caner Yilmaz derkete ser dikê.

STUTTGART: Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN´ê kom bûn û çalakiyeke îteatnekirina sivîl li dar xist. Ciwanan xwest dawî li tecrîdkirina 22 salan a dijî Rêber Abdullah Ocalan bê anîn û Ocalan azad bibe. Ciwanan diyar kir ku ji bo vê armancê, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. Ciwanan rêya li Olgastrasseyê li çûnûhatinê girt û ala PKK'ê, wêneyên Ocalan hildan û bal kişandin ser mijarê.

MANNHEIM: Bi pêşengiya ciwanan, Kurdistanî û dostên wan daketin meydanan û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir. Li ser navê TCŞ'ê daxuyaniyek li cihê mîtîngê hate dayin û hate got, armanca wan a yekane, azadiya Rêber Abdullah Ocalan e û ji bo vê armancê jî ew ê daimî têbikoşin. Di çalakiyê de gelek belavok jî hatin belavkirin.

DORTMUND: Bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de raya giştî ya Elman têkildarî mijarê hate agahdarkirin.
Qederê 200 kesî tevlî mîtîngê bûn û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Es lebe Ocalan" gotin.
PARÎS: Li banliyoya Villeneuve Saint Georgê bi dirûşmeya “Ji bo Azadiya Rêber Apo, bi hev re serhildan” meşek hate lidarxistin û piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Meclîsa Gel a Villeneuveyê hate lidarxistin. Li banliyoya Villiers le Bel ji bo azadiya Ocalan, Kurdistaniyan name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.

MANTES LA JOLIE: Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û çalakgeran diyar kir ku hetanî Rêber Abdullah Ocalan, azad nebe wê çalakiyên wan dom bike.

MARSÎLYA: Li Marsîlyayê tecrîd hate protestokirin û xwedî li greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û daxwaza azadiya wî û ji bo protestokirina binpêkirinên mafan hatî destpêkirin, derketin. Di çalakiyên de pankartên li ser nivîsandî “Ji Ocalan Re Azadî”, “Tirkiye Kurdan qetil dike” belavok hatin xwendin û li ser navê TCŞ’ê axaftin hatin kirin. Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

BORDEAUX: Ciwan li Place de la Victoire li hev kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di dema çalakiyê de li ser polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst û têkildarî tecrîdê belavok hatin belavkirin.

DEN HAAG: Li Den Haagê, ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan a li hepsên dewleta Tirk, çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li ber Dîwana Edaletê ya Laheyê bi rê ve çû û çalakgeran doza serbestkirina Ocalan jî kir. Di çalakiyê de raportora berê ya Tirkiyeyê ya Parlamena Ewrûpayê (PE) û Parlementara PE´yê Kati Piri axivî. Piri got, ew li gel siyasetmedar û Kurdan e yên li dijî înkar û tecrîdkirina li zindanan li ber xwe didin. Kati Piri xwest biryara DMME´yê ya ji bo berdana Selahattîn Demirtaş jî bi cih bê anîn.

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê, ji bo azadiya Ocalan Sibatê wê gelek çalakî bên lidarxistin. Komîteya Kurd a Romayê û Rete Kurdistan, ji bo tevlîbûna li van çalakiyan belavok belav kirin. Çalakî wê 3, 5, 9 û 11'ê Sibatê li qad û rawestgehên cuda yên metroyê weke belavkirina belavokan bin. 14'ê Sibatê jî wê meş û mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN