- Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) der barê êrişên demên dawî yên li ser Şengalê daxuyanî da û diyar kir ku wê ev êrişên faşîst ên dewleta Tirk û hevkarên wê nikaribe berxwedana gelê Şengalê û YBŞ’ê bişkîne.
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) der barê êrişên demên dawî yên li ser Şengalê daxuyanî da û diyar kir ku wê ev êrişên faşîst ên dewleta Tirk û hevkarên wê nikaribe berxwedana gelê Şengalê û YBŞ’ê bişkîne.
Di daxuyaniya YBŞ’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Yên 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê dixwastin qetlîaman pêk bînin, îro jî yên êriş dikin heman hêz in. Yên van êrişan plan dikin û pêk tîne MÎT’a Tirk, Parastin, kes û hêzên hevkar yê heremî ne.
Di her du êrîşên van rojên dawî de him hêzên me him jî gelê me yê sivîl kirin hedef. Tişta ku bi van êrişan kirin armanc nebirin serî, lê li cîhê lêdanê şewat çêbûye. Em weke hêzên YBŞ’ê dibêjin, em ê armanca wan di ber wan de bihêlin. Heya ku gelê me bigihîje azadiya xwe, wê meşa me ya azadiyê dewam bike.
Hêzên Tirk neqanûnî ne
Taybet di vê pêvajoya dawî de Serokê Hiqûmeta Başurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniyeke xwe de gotûbû ‘Şengal ne fermî ye’. Hêzên YBŞ û YJŞ li gorî qanûna Iraqê hêzên fermî ne. Eger hêzeke ne qanûnî hebe, ew jî gotinên Nêçîrvan Barzanî ne, her wiha dewleta faşîst a Tirk û saziyên MÎT’a Tirk anîna axa Iraqê ye. Bicîhkirina dagirkeriyê li baregehên Başîqa û pir cîhên ku di nava axa Iraqê de ne. Bi van baregehan axa Iraqê dagir kirine. Hêzên neqanûnî, baregeh û saziyên îstîxbaretê ya MîT’ê ne. Yê ku ev hêzên dagirker anîne axa Iraqê û Başurê Kurdistanê dagir dikin û fermî tevnagere Nêçîrvan Barzanî bi xwe ye.
Hevkarî xiyanet e
Ev hêz, ji ber ku dizanin bi van êrîşan encam nagirin, ji bo ewlehî û aramiya Şengalê xirab bikin, gelê me û hêza gel dikin armanc. Ya ku bi destê DAÎŞ’ê nekarîn pêk bînin, dixwazin bi hevkaran pêk bînin û demografiya Şengalê biguherin. Ev yek çawa doh li Efrînê pêk anîn, îro jî dixwazin li Şengalê pêk bînin. Ev jî armanca MÎT’a Tirk û yê wek wê tevdigere saziya Parastinê ye. Yên ku di nav vê hevkartiyê de ne; pêwîst e ku vê baş bizanibin; Bi dewleta Tirk a faşîst re karkirin, tê wê maneyê; li hember ol, ax, dîrok, çand, armanc û azadiya xwe xiyanet dikin. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst li hember gelê me pir caran ferman, qetlîam û êrîş pêk anîn û xwest gelê me tine bike û ola me ji nava dîrokê rake. Pêwîst e ku ti kes vê yekê ji hişê xwe dernexe û dîroka xwe ji bîr neke. Ji ber ku yên dîroka xwe ji bîr bike siberoja xwe û hêstên xwe jî ji bîr dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN