Ji bo dawî li tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bê anîn, Kurdistaniyan doh li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Swîsreyê Cenevreyê, çalakiya rûniştinê kir.
Bi çalakiya rûniştinê, kurdistaniyan û dostên wan destek da çalakiya greva birçîbûnê ya li hepsên dewleta Tirk. Giritiyên siyasî yên li hepsên dewleta Tirk ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û ji bo bidawîkirina eşkence û zexta li hepsan, ji 62 rojan ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor de ne.  

Kurdistaniyan duşemê êvarê li ber ofîsa NY´yêya li Cenevreyê kon veda û dest bi çalakiya xwe kir. Çalakgeran pankartên li ser wan nivîsandî, “Faşîzma dewleta Tirk rawestînin, dem dema azadiyê ye”, “Girtiyên siyasî di hepsên dewleta Tirk de li dijî faşîzmê ji bo misogerkirina azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ne” hilgirtin. 
Dema çalakiyê rastî civîna 5´an a Komîeteya Destûra Bingehîn a Sûrî ya li Cenevreyê jî hat. Hevserokê CDK´a Cenevreyê Salih Saglam di axaftina xwe de got, “Em li vir in ji bo ku bibin dengê girtiyên siyasî li dijî faşîzma dewleta Tirk û ji bo ku muzakereyên bê Kurd ên NY´yê protesto bikin; ji bo vê me çalakiya rûniştinê da destpêkirin.”
Hevserokê CDK´a Swîsreyê Alî Şimşek jî got, "Heta ku daxwazên heq ên girtiyan bi cih bên, Rêberiya me û Kurdistan azad bibin, em ê li meydanan bin, berxwedana me wê dewam bike."

Çalakî bi dor e û wê her hefte duşem, sêşem û çarşemê bi rê ve biçe. Çalakiya koma yekê îro bi dawî dibe. Hefteyên li pêşiya me komên ji bajarên dion ên Swîsreyê wê çalakiyê dewr bigirin.

CENEVRE