- Çalakiya nobetê ya bi şiyara “Azadî wê bi ser keve; ji bo Ocalan zend û bendan bade” di hefteya xwe ya sisiyan de dewam dike.
DENIZ BABÎR / STRASBOURG
Çalakiya nobetê ya bi şiyara “Azadî wê bi ser keve; ji bo Ocalan zend û bendan bade” di hefteya xwe ya sisiyan de dewam dike. Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî nobet 1ʼê Kanûnê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de dest pê kiribû.
Çalakî di hefteya xwe ya dawiyê de ye. Doh endamên Federasyona Civakên Kurdistanê yên Başûrê Elmanyayê e.V. (FCK BW-BAYERN) nobet dewr girt.
Komeke ji 50 kesan a ji Stuttgart, Heilbronn, Esslingen, Ludwigsburg, Reutlingen, Freiburg, Ulm, Bodensse, Forsheim û Böblingenê çalakiyê dike.
Hûn sebra me nahêlin
Hevseroka FCK BW-BAYERN’ê Sait Ozturk bal bire ser tecrîdkirina Ocalan a 23 salan a li Îmraliyê û got, “Li naverasta Ewrûpayê, saziyên demokrasiyê divê dawiyê li vê bêhiqûqiya li Îmraliyê bînin. Ev bêdengiya beramberî rewşa Rêber Apo ku îradeya bi milyonan mirovî ye, êdî gihiştiye deverekê ku êdî sebra me nemîne. Heta rêber Apo azad bibe em ê li vir bin.”
Îro hevserokên pênc federasyonên ser bi KON-MED’ê dewr bigirin.
Çalakî şemiyê, 17´ê Kanûnê bi dawî dibe û wê rojê Kurdistaniyên li derdora Dusseldorf û Kolnê çalakiyê dewr digirin.