Heta nefesa dawî têkoşiyan

Çarşem 30 Tebax 2023 - 00:03

  • HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got,"Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat, Erdelan, Mordem, Warşîn û Tolhildan bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dide."

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên li herêma Xerzanê di sala 2020’an de şehîd bûne eşkere kir. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha tê gotin;"15'ê Îlona 2020’an li Qada Qelanisê ya Xerzanê di êrîş û şerê bi artêşa Tirk a dagirker re fermandarê me yê pêşeng hevrê Demhat Cîlo û hevalên me yên hêja yên pê re bi fedaîtî şer kirin Erdelan Şaho, Mordem Norşîn, Warşîn Sekvan û Tolhildan Tekman heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Hevrê Demhat ku mîlîtanê pêşeng ê serdemên pêngavî bû, 10 sal li Bakurê Kurdistanê têkoşiya, şer kir û derbên giran li dewleta Tirk a mêtinger xistin. Ewladê Egîd ê xelkê me yê Kirmanşan û Yaresan, nûnerê hişmendiya neteweyî ya Kurdistanê hevrêyê me Erdelan jî ji bo azadkirina gelê xwe tevlî meşa şoreşê bû û rengê xwe da, cih di nava mîlîtanên pêşeng ên dîroka me ya azadiyê de ku ji bîr nabin, girt. Sê ewladên egîd ên Bakurê Kurdistanê, hevrê Mordem, Warşîn û Tolhildan jî hişmendiya rabûna bi erk û berpirsyariya xwe nirxên nû tevlî têkoşîna me kirin. Hevrêyên me Mordem, Warşîn û Tolhildan ku karîn bi wêrekiya xwe ya di qada şer de nûnertiya xeta PKK û PAJK’ê bikin mîrateyeke têkoşînê ya bibe mînak li pey xwe bihêlin, şehîd bûn. 

DEMHAT CÎLO: Hevrêyê li Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2004’an tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2006’an li Rojhilatê Kurdistanê, bi komployekê birîndar bû û bi dîlî kete destên hêzên rejîma Îranê. Hevrêyê me ku sal û nîv di zindanên Îranê de dimîne, kevneşopiya berxwedana zindanan a Partiya me bi layiqî temsîl kir. Dewleta Îranê ku hevrêyê me teslîmê dewleta Tirk dike, nêzîkê şeş mehan di zindanên dewleta Tirk de ma. Hevrêyê me heman sekna xwe di zindanên dewleta Tirk de jî dewam dike. Piştî şeş mehan cardin berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi jiyana xwe ya di xeta fedaîtiyê de mîlîtanekê mînak e. Hevrêyê me bi felsefeya Rêber Apo pak dike, di warê leşkerî û îdeolojîkî de jî bi pêş ve diçe û dikare bibe bersiv ji bo êrîşên dijmin. Di şexsê hevrêyê me Demhat de ku mîrateyeke têkoşînê ya mezin û erkên divê bên pêkanîn hiştin, em cardin soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xeyalên hemû şehîdên şoreşê têbikoşin. 

ERDELAN ŞAHO: Hevrê Erdelan, li bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê, ji malbateke welatparêz a Yaresan e. Sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me sala 2014’an derbasê herêma Xerzan bû. Bi têkoşeriya xwe ya di warê rêxistinî jî bû parêzvanek. Bi ked û hewila xwe ya li ser vî asasî hêvrêyên wî rêz jê girt û ew teqdîr kir. Bi qedrê ku dida hevrêtiyê kir ku hemû hevrêyên wî hez jê bikin, mîrateyeke têkoşînê ya gelek mezin li pey xwe hişt û karî bibe hêvî ji bo siberoja me. 

MORDEM NORŞÎN: Hevrêyê me Mordem, ji malbateke welatparêz a Norşîna Bedlîsê ye. Li Mêrsînê ji dayik bûye. Sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me tevlî gelek çalakiyên li herêma Xerzan bû. Ji bo birêxistinbûna ciwanan jî gelek ked da. Xwe di warê leşkerî, bîrdozî û rêxistinî de perwerde kir û bû gerîlayekê azadiyê. Hem bi jiyana xwe hem jî bi têkoşîna xwe yekê pêşeng e ku divê hemû ciwanên Kurd wî ji xwe re bikin mînak. Heta nefesa xwe ya dawî jî karî weke mîlîtanekê Apoyî dilsozê nirxên azadiyê be.

WARŞÎN SEKVAN: Hevrêya me Warşîn, li Êlihê ji dayik bûye. Malbata wê malbateke welatparêz e. Sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû. Gava di nava refên gerîla de bû, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi daxwaza xwe ya hînbûnê û rûbeşeriya xwe bû mîlîtaneke mînak. Di hînbûna Bîrdoziya Rizgariya Jinan a Rêbertiya me de biryardar û bi israr bû. Bi sekina xwe gava di nava refên gerîla de bû bi erka xwe pêşengtiyê rabû û karî bibe mîlîtaneke YJA Starê.

TOLHILDAN TEKMAN: Hevrêyê me ji navçeya Tekmanê ya Erziromê ye. Malbata wî malbateke welatparêz e. Ji ber ku di şertên şer de li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû zû bi zû hînê tiştên bingehîn ên gerîlatiyê bû û dest bi pratîkê kir. Kesekê durist bû û hemû hevrêyên wî yên di nava tîma gerîla hez jê kir û rêz ji bo wî girt. Bi zanebûna pîroziya kedê bi fedakarî tevlî hemû xebatan bû û bi erka xwe rabû. Dizanî ku êrîşên bi ser gelê me de û azadiya Rêbertiya me bi geşkirina têkoşînê pêkan e. Ji bo wê her kêliya jiyana xwe di ber têkoşînê de da û bû xwedî têkoşîneke şoreşê ya bê rawestan." 

Nasnameyên hevrêyên me ku şehîd bûne, ev in:

Demhat Cîlo (Eyup Çelîk), li Amedê jidayîk bûye, 15’ê Îlona 2020’an li Xerzanê şehîd bû. 

Erdelan Şaho (Mensûr Nasrî), li Kirmanşan jidayîk bûye, 15’ê Îlona 2020’an li Xerzanê şehîd bû. 

Mordem Norşîn (Zafer Koç), li Mêrsînê jidayîk bûye, 15’ê Îlona 2020’an li Xerzanê şehîd bû. 

Warşîn Sekvan (Dilvîn Can), li Êlihê jidayîk bûye, 15’ê Îlona 2020’an li Xerzanê şehîd bû. 

Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn), li Erziromê jidayîk bûye, 15’ê Îlona 2020’an li Xerzanê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.