Heta ku Ocalan azad bibe

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 2 Adar 2023 - 09:55

EREM KANSOY / CAPE TOWN

Li Efrîkaya Başûr, konferansa du rojî ya “ Ji Abdullah Ocalan re azadî ji dinyayê re aştî û îstiqrar” bi peyama xurtkirina kampanyaya azadî ji Ocalan re bi dawî bû.

Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd (KHRAG) û Înîsiyatîfa Azadî Ji Ocalan re ya Sûriyê, li paytexta welêt Cape Townê konferans bi rê ve bir. Konferansê doh bi minaqeşeyên li ser “lêgerîna azadiyê ya jinan”, “Neteweya Demokratîk” û “Pêdiviya bi şoreşê li Rojhilata Navîn û Dinyayê” dewam kir.

Di dawiya konferansê de ji bo damezrênerê KHRAG´ê, dostê Kurd û hiqûqzan Essa Moossa jî çalakiyeke bi bîranînê hat lidarxistin. Essa Moossa 26´ê Sibata 2016´an wefat kiribû.

Em ê tecrîdê bişikînin

Hevserokê KHRAG´ê Mahmoud Patel doh got, “Em ê bi konferansên weke vê bi destê dewleta Tirk tecrîdkirina Ocalan bişikînin. Felsefe û fikrên Ocalan, wê aştiyê bînin dinyayê. Paradîgmaya komfederalîzm a Demokratîk a Ocalan, ne tenê ji bo ewrûpayê, ji bo dinyayê hemûyî mînak e. Lazim e hîna di saxiya me de Ocalan azad bibe. Heta ku Ocalan azad bibe, em ê jî xebatên xwe bênavber dewam bikin.” 

Têkoşînên me dişibin hev

Hevrêyê Essa Moosa, Mansoor Jeffer jî got, “Têkoşîna Miletê Efrîkaya Başûr û Mandela dişibe têkoşîna Ocalan û miletê Kurd. Em bi ser ketin, ez yeqîn dikim miletê Kurd jî wê têkoşîna xwe bi azadiya Ocalan tacîdar bike.”

Mansoor Jeffer got, Essa Moossa gelekî rêz ji fikrên Ocalan re girtine û wiha peyivî: “Essa Moossa nexasim piştî revandina Ocalan, gelekî behsa nivîsên wî kir. Wî digot, fikrên Ocalan hevçax û demokratîk in. Û wî gelek caran got, azadiya Ocalan ji bo tevahiya gelan gelekî muhim e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.