• Malbata şehîdên Efrînê derewa dewleta Tirk a dagirker rûreş kir. Kurê Tevfîk û diya Amara dibêjin, ji ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê wan nekarî cenazeyên xwe li şehîdgehê veşêrin loma ji neçarî li pişt Nexweşxaneya Avrînê veşartine.

 

Dewleta Tirk beriya çend rojan cenazeyên şehîdan ên li şehîdgeha nêzî Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê, derxistibû û şehîdgeh veguherandibû ‘gora komî’ û di medya xwe de nûçeyên derewîn weşandibû, ku tê de îdîa dikir ‘cenaze yên sivîlan e yên ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hatine qetilkirin’. Di nûçeya taybet a kanala televîzyonê Medya Haberê de malbatan qal kirin ku şervan û sivîlên şehîd, bi çi rengî li şehîdgehê hatine veşartin.

Avdoyê Tevfîk, kurê Tevfîk e ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê hate qetilkirin. Avdoyê Tevfîk gava dîmenên derewa ‘gora komî’ ya dewleta Tirk dibîne, tê derdixe ku ew deverê ku cenaze derdixin bavê wî jî hatibû veşartin. 

‘Me cenazeyên 32 şehîdan veşartin’

Avdoyê Tevfîk wiha behsa veşartina bavê xwe dike: ”Bavê min 13’ê Sibatê di êrişa Alemdar de birîndar bû. Li nexweşxaneya Avrînê dima. 14’ê Adarê şehîd bû. Çar aliyên Efrînê dorpêçkirî bûn. Li Efrînê 3 şehîdgeh hebûn. Şensê me tune bû ku bibin şehîdgehên din. Ji ber vê yekê jî me li nêzî Nexweşxaneya Avrînê veşartin. Tevî bavê min me cenazeyên 32 şehîdan heman rojê veşartin. Bavê min li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate şehîdxistin.”

Diya Amara

Amara yek ji wan şehîdan e ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bû. Dayika Amara jî dibêje, piştî êrişên dagirkeriyê dest pê kir, bajar bi 72 balafiran hate bombekirin. Dayika Şehîd Amara wiha dipeyive: ”Yên ku di komkujiya Mahmûdê û komkujiyên din de hatin qetilkirin, hemû hatin komkirin. Di nava van de sivîl jî hebûn. Li bajêr goristan nema bû ku em şehîdên xwe lê veşêrin. Em jî neçar man ku şervan û sivîlên xwe yên şehîd li pişt Nexweşxaneya Avrînê veşêrin. Bi vî rengî me karîbûn şehîdên xwe veşêrin. Ev mirov ji bo parastina gel û xaka xwe şehîd bûn.

Cîhanê bi tevahî li zilma dewleta Tirk a li Kurdan temaşe kir. Em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe û rêberên xwe derkevin. Serokê me ji ber ku mafê gelan hemûyan diparêze niha dîlgirtî ye. Ti ferqa Erdogan ji DAÎŞ’ê nîne. Çeteyê rastî Erdogan bi xwe ye. Erdogan ê ku çete şand Efrînê, dibêje ku divê Kurd tune bibin, lê em ê tune nebin. Heta ku em sax bin em ê li ser şopa şehîdên xwe bin û li ber zilma Erdogan rabin.”

 NAVENDA NÛÇEYAN