Heta kêliya dawî li berxwe dan
Duşem 13 Çile 2025 - 03:25
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanan eşkere kir ku di navbera 8ˈê Kanûna 2024ˈan û 11ˈê Çileya îsal de di berxwedana li Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaqê û bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞˈê de şehîd bûne. Daxuyanî wiha ye:"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî mehekê ve êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê dikin û hewl didin pêşde werin. Lê ji ber berxwedan û derbeyên ku ji aliyê şervanên me QSDˈê ve dixwin têk diçin. Di berxwedana domdar a hêzên me ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˈê ya terorîst hejmarek şervanên me piştî derbên giran li çete û terorîstan xist û heya kêliya dawî li qadan li ber xwedan, gihiştin asta şehadetê. Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan bi vî rengî ne:
Kendal Efrîn (Semîr Ereb), li Efrînê jidayîk bûye, 7’ê Çileya 2024’an li Qamişlo şehîd bû.
Ciwan Kobanê (Mihemed Nasan Nebî), li Cerablûsê jidayîk bûye, 8’ê Kanûna 2024’an li Pira Qereqozaqê şehîd bû.
Reşo Bozan (Mehmûd Mistefa), li Kobanê jidayîk bûye, 8’ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bû.
Nîhad (Wesîm El Hecî), li Tebqa jidayîk bûye, 5’ê Çileya 2025’an li Tebqa şehîd bû.
Dilşêr (Ehmed Hemade), li Şedadê jidayîk bûye, 11’ê Çileya 2025’an li Dêrazorê şehîd bû.
Egîd Tefşo (Mihemed Hemo), li Tefşo jidayîk bûye, 11’ê Çileya 2025’an li Sirînê şehîd bû.
Berxwedan (Mistefa Mihemed Siwêyî), li Reqa jidayîk bûye, 10’ê Çileya 2025’an li Sirînê şehîd bû.
ANHA