• Serekşêwirmendê serokdewletê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy, Oleksiy Arestovîç têkildarî şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de got, şer herî dereng dê Gulanê bi dawî bibe. 

Serekşêwirmendê serokdewletê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy, Oleksiy Arestovîç têkildarî şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de got, şer herî dereng dê Gulanê bi dawî bibe. 

Muzakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de doh bi dewra xwe ya 5´an dewam kirin. Têkildarî mijarê, Serekşêwirmend Arestovîç beriya muzakereyan got, di nava hefteyekê-du hefteyan de dibe ku aştî bê kirin. 

Arestoviç, destnîşan kir ku dirêjajotina şerî, girêdayî daxwaza Rûsyayê ya veqetandina çavkaniyan a bo şer e û wiha dewam kir: “Bawer dikim, di serê Gulanê de yan jî hêj meha Gulanê xelas nebûyî, aştî çêbe. Dibe ku hîn zûtir jî çêbibe. Yan di nava yek du hefteyan de aştî wê bê kirin yan jî  rawûndeke duyemîn wê çêbe. Dibe ku hewl bidin sûriyeyiyan bînin vê derê. Bi têkbirina wan re jî dê di nîva Nîsanê yan jî di dawiya wê de lihevkirinek çêbibe. Heke aştî çêbe jî, dibe ku di çarçoveya hewldanên taktîkî de heta salekê jî pevçûnên piçûk biqewimin.” 

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenov jî der barê şerê heyî de axivî û da zanîn ku herêma Xersonê bi tevahî ketiye bin kontrola hêzên wan. Ajansa Interfaxê jî nûçeyek parve kir û got, li gorî agahiyên ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, artêşa Rûsyayê di nava 24 saetên dawî de 6 balafirên bêmirov ên Bayraktar TB-2 xistine.

Serokdewletê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy jî beriya muzakereyên bi Rûsyayê re doh banga danîna çekan li artêşa Rûsyayê kir.

Li aliyê din hêza deryayî li devera Odesayê bi hêzeke mezin kete nava tevgerê. 

NAVENDA NÛÇEYAN