Di nav civaka Êzidî de yek ji tişta herî pîroz goristan û mezargeh in, her sal cimaya wan çêdikin. Di heman demê de ev qub û mezargeh ji bo Êzidiyan bûne stargeh û sedema wê jî ev e ku ev qub û mezargeh di çiya û cihê asê de ne da ku dijmin bi hêsanî nikaribe xwe bigihîne wir.

Dema DAÎŞ’ê êrîşî civakê kir, gel neçar man ku xwe bispêrin çiyayan. DAÎŞ’ê jî dest bi teqandin û hilweşandina qub û mezargehan kir. Yek ji van quban jî Quba Mehme Reşan bû ku di dema fermanê de hatibû teqandin. Ev der dikeve Başûr Rojhilatê Şengalê. Gelek eşîrên ji Şengalê şehîd û miriyên xwe li vir vedişêrin.

DAIŞ’ê qube teqand

Serderiyê Quba Mehme Reşan, Pîr Kemal Behsa dîrok û kevnariya wê kir û got “Nêzî 200 salan e, ev der heye. Eşîra Delkan a ku yek ji eşîra herî kevn a Şengalê ye, wan bi xwe ev qub ava kirine. Ji sala 2009’an ve êşîra Delkan ji bo serderîtiya vê derê min erkdar kirine. Heta sala 2014’an, ji mala xwe zêdetir min guhê xwe dida vir û min xizmeta wê dikir. Di sala 2014’an de her kes dizane ku çi bi serê civaka me hat û em neçar man dev ji pîroziyên xwe berdin. Me gelek caran hewl da ku em vê qubê biparêzin û çeteyên DAÎŞ’ê jî hewl didan xwe bigihînin qubê. Cebilxaneya me pir kêm bû. Me gelekî hewl da ku DAÎŞ xwe negihîne qubê. 

Me dîsa ava kir

Pîr Kemal diyar kir Quba Mehme Reşan di 15’e Cotmeha 2014’an de hate teqandin. DAÎŞ’ê xwest civaka me bê dîrok bihêle lê bi saya serê şervanên azadiyê û xortên azadiyê, di sala 2022’an de me careke din dest bi avakirina Quba Mehme Reşan kir û me di nava çend mehan de temam kir.”

Serderiyê Quba Mehme Reşan, Pîr Kemal behsa berxwedaniya gerîlayên HPG’ê kir û got “Beriya her kesî gerîla hatin hewara me. Bi erebeyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Şengalê. Şervan di tevahiya çiya da belav bûn, li her derê bendên leşkerî danîn û me bi hev re li vir şer kir. Heta ku em sax bin em ê qenciya wan ji bîr nekin.”

ANF/ARGEŞ ŞENGALÎ