Heta dikare zilmê dike

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 21:33

  • Dewleta Tirk a dagirker ji 20'ê Tebaxê heta dawiya Tebaxê di nava 11 rojan de herî kêm 32 kes li Efrîna dagirkirî revandin. 

Dewleta Tirk a dagirker ji 20'ê Tebaxê heta dawiya Tebaxê di nava 11 rojan de herî kêm 32 kes li Efrîna dagirkirî revandin. Dagirkeran her wiha 300 darên zeytûnan birrîn, 400 darên din ên zeytûnan jî desteser kirin.

Ji Adara 2018'an ve li Efrînê dewleta Tirk a dagirker sûcên şer dike. Li herêmên dagirkirî revandina mirovan, êşkence, talan, desteserkirin bûne sûcên rojane.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî, li Efrînê û navçeyên wê ji 20'ê Tebaxê ve herî kêm 32 kes hatine revandin.

Bûyerên revandinê li navçeyên Cindirêsê, Şiyê, Raco, Şêra, Şêrawa û Bilbilê qewimîn.

Li gundê Elijaro yê Racoyê 300 darên zeytûnan yên Farûk Ose hatin birrîn. Li gundê Keferomê jî 400 darên zeytûnan ên Ehmed Misto hatin desteserkirin.

EFRÎN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.