Heta dawiyê ji bo Şengalê

Sêşem 21 Îlon 2021 - 02:47

Di çarçoveya xebatên hilbijartinên giştî yên li Iraqê de, namzetê PADÊ, Şêx Semîr Derwêş li navçeya Tilizêr a Şengalê mîtîngek li dar xist. 

Hilbijartinên giştî yên Iraqê wê 10'ê Cotmehê pêk werin, û ji bo wan li Şengalê karekî berfereh tê meşandin.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) bi namzetiya Şêx Semîr Derwêş li gund, bajarok û navçeyên Şengalê karê hilbijartinê dike.

Li navçeya Tilizêr mîtîngek pêr hate lidarxistin. Ji gundewarên derdorê gelek kes tevlî mîtîngê bûn.

Namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş li mîtîngê axivî û dilsoziya xwe ya bi civaka xwe re nîşan da û got, ew ê heta dawiyê ji bo civaka xwe bixebite.

ANF/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.