- MXDŞ ji bo dîwarlêkirinê û êrişên artêşa Iraqê: Ev polîtîkaya dorgirtin û teslîmgirtinê ye. Lê em ji dîroka xwe piştrast in; em ser didin lê sir nadin, em li ber xwe didin lê teslîm nabin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê (YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê,) û nûnerên saziyên civaka sivîl, PADÊ, TAJÊ, rûspî û oldaran, nûnerên Ereban, doh civiya û piştî civînê daxwuyanî da çapemeniyê. Meclîsê got, “çareserî be çareserî, êriş be heta dawiyê berxwedan.”
Doh li Şengalê civîneke girîng pêk hat. Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê (MXDŞ) bi nûnerên sazî û dezgehên xwe hemûyan li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş civiya û rewşa siyasî ya Iraq, Şengal û cîhanê nirxand. Di civînê de li ser rewşa Şengalê û êrişên artêşa Iraqê li dijî hêzên Parastina Şengalê, peymana 9’ê Cotmehê, êrişên li dijî Herêmên Parastina Medyayê û gelek mijar hatin nirxandin.
Di dawiya civînê de Meclîsê helwêsta xwe ya li dijî êrişên artêşa Iraqê eşkere kir. Endamê Desteya Rêveber a Şengalê, Azad Hisên daxuyanî xwend.
MXDŞ’ê got, “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya malbata Barzanî li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Dixwazin hêza azadiya gelan, hêza parastina gelan tine bikin û pîlanên xwe yên dagirkirina herêmê bimeşînin.
Hemwextê êrişên li dijî herêmên gerîlayan, di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê bi fermana hikûmeta Kazimî berê xwe da Şengalê û dest bi dorgirtina nuqteyên Asayîşa Êzîdxanê kir. Artêşê, ji hêzên parastina Şengalê xwest ku dest ji nuqteyên xwe berdin û teslîmî artêşê bikin. Di encama dorgirtin û êrişên artêşa Iraqê de jî li gelek deverên Şengalê şer qewimî. Heger şerekî dijwar û berfireh çênebûye, ev ji ber helwêsta Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê ye. Ji ber ku artêşa Iraqê ji bo şerekî dijwar û demdirêj dest pê bike çi ji dest hat ew kiriye, lê ji ber ku em xwe li ber gelên Iraqê berpirsyar dibînin, me heta niha rê nedaye vî şerê giran.
Li Şengalê Iraq jî tê parastin
Di fermana 2014’an de ti hêzê berpirsyariya xwe ya li hemberî civaka Êzîdî û Şengalê bi cih neanî. Artêşa Iraqê pişta xwe da civaka me û ji Şengalê reviya. PDK’ê bi xiyaneteke mezin li ser Şengalê bazar kir. Dewleta Tirk a dagirker bi destê DAIŞ’ê xwest koka me biqelîne. Lê bi piştevaniya gerîlayên PKK’ê û ciwanên me, me hebûna xwe, ola xwe, çiyayê xwe parast û me xwe gihand van rojan. Me Çiyayê Şengalê parast, lê esas me Iraqê hemû parast. DAIŞ’ê Nînova hemû da ber xwe û fetih kir, lê Çiyayê Şengalê rê neda DAIŞ’ê. Parastina Şengalê, parastina Nînovayê ye. Parastina Nînovayê parastina Iraqê hemûyî ye.
Îro çi dibe sedem ku artêşa Iraqê berê çekên xwe dide zarokên Êzîdiyan, zarokên Şengalê. Rast e, em dizanin şûrê Osmaniyan her li ser serê me bûye, û em dizanin PDK dixwaze desketiyên civaka me tine bike. Lê em dipirsin, piştî DAIŞ, dewleta Tirk û PDK’ê, artêşa Iraqê jî gelo wê bi Êzîdiyan re şer bike? Gelo dewleta Iraqê jî wê bibe parçeyek ji dîroka fermanên li dijî Êzîdiyan? Bila Iraq bersiva vê pirsê bide.
Dewama Peymana 9´ê Cotmehê
Ev êrişên dawî, dewama Peymana 9’ê Cotmehê ne. Niha hûn vî sînorî bi dîwar û sîman digirin. Em baş dizanin ku ev te çi wateyê? Dijminên Êzîdiyan ji me re dibêjin, ´Yan hûnê teslîmê me bibin, yan jî em ê fermanên nû bînin serê we.´ Ev polîtîkaya dorgirtin û teslîmgirtinê ye. Lê em ji dîroka xwe piştrast in; em ser didin lê sir nadin, em li ber xwe didin lê teslîm nabin.
Em bang li hêzên siyasî yên Iraqê, gel û baweriyên Iraqê, rayedarên Iraqê dikin. Hikûmeta Iraqê wekî hevkarê dewleta Tirk û PDK’ê, dijminatiya civaka Êzîdî û Şengalê dike. Ev plana Osmaniya Nû ye ku dixwazin Nînovayê bikin parezgeha Komara Tirkiyeyê. Dewleta Tirk û PDK dixwazin Şengalê jî, Nînovayê jî, Kerkûkê jî ji Iraqê qut bikin. Ma ev rastî nayê dîtin?
Wekî civaka Êzîdî, wekî gelên Şengalê haya me ji van pîlanan heye. Em bang li aliyên siyasî yên Iraqê dikin, li ber vê pîlana Dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Iraqê, rabin. Artêşa Iraqê artêşa dewletê ye, ne artêşa hizb û aliyan e. Lazim e ev artêş bi ser Şengalê de bi ser civaka Êzîdî de neyê şandin.
Ji şer û çareseriyê re jî amade ye
Ji bo ku rewşa Şengalê di çarçoveya dewleta federal a Iraqê de li gorî destûra bingehîn çareser bibe, em ji diyalog, hevdîtin û çareseriyê re amade ne.
Van rojên dawî gele hevdîtin hatin kirin, lê ti encama erênî derneketiya holê. Hevdîtin wê dewam bikin; em wek civaka Êzîdî li bendê ne ku wê rêz li daxwazên me bêna girtin, heger rêz li daxwaza mafê me yê rewa re neyê girtin, ji rûdana her buyera li herêmê, hikûmeta Iraqê berpirsiyar e. Em bang li dewleta Iraqê dikin, li hemberî pîlana dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê bisekinin. Em van hêzan ji mesela Şengalê dûr bixin û li rêyên çareseriyê bigerin.
Û em bawer dikin, çareseriya li Şengalê, wê siyade, yekîtî û hebûna Iraqê xurt bike. Ji bo vê jî lazim e artêş vegere ser erka xwe ya esasî, parastina sînorên Iraqê, parastina hebûna Iraqê bike.
Lazim e dest ji polîtîkayên dorgirtin, gef, zext û êrişan berdin. Heger na, ti kes nikare bi gef, zext û êrişan îradeya me teslîm bigire. Ti kes nikare çavê me bitirsîne û paş de gavê bi me bide avêtin. Me 73 ferman dîtine, me ji bo parastina bîr û baweriya xwe bi dehezaran şehîd dane. Me bi pêşengiya egîd û mêrxasan pişta DAIŞ’ê û dewleta Tirk şikandiye. Em dilsozê xewn û xeyalên Mam Zekî, Mam Beşîr, Ş.Seît, Ş.Zerdeşt, Ş.Dijwar in. Me carekê soza Şengala xweser û azad daye û em li vê sozê dabihurin.
Heger hikûmeta Kazimî bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê bi ser me de were, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Desketiyên Şengalê, desketiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi ked û xwîna şehîdan ava bûne. Çi dibe bila bibe, em dest ji desketiyên gelê xwe bernadin. Lazim e hêzên siyasî yên Iraqê rê li ber vê polîtîkaya şer a hikûmeta Iraqê bigirin, heger negirin û rê li ber şerekî were vekirin, ew ê berpisyariya wan be.
Herî dawî em bang li civaka Êzidî dikin da ku bi tifaq û yekîtî bersiva van êrişan bide. Nexasim civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê lazim e ji bo Şengalê di asta seferberiyê de bikeve nav liv û tevgerê. Em bang li hêzên Kurdistanî dikin da ku li ber pîlanên PDK’ê û dewleta Tirk bisekinin, piştgiriya xwe ya ji bo Şengalê bi her awayî nîşan bidin. Em bang li raya giştî ya cîhanê, saziyên navneteweyî û mirovahiyê dikin, lazim e ew jî statuya Şengalê nas bikin û li dijî fermanên nû bisekinin.”
Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Êzîdxana azad” û “Bimire Xiyanet“ bi dawî bû.
Şerê PDK´ê li dijî Şengalê
Nûnerê PDK’ê yê di fermandariya operasyonên hevbeş ên Iraqê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir da ku li dijî şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê hêza leşkerî bi kar bîne.
Nûnerê PDK’ê yê di Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa Ebdulxaliq Tilet, di daxuyaniyeke ji malpera fermî ya partiya xwe re got, pêwîst e lihevkirina 9’ê Cotmeha 2020’an a li ser Şengalê bi cih were anîn. Berpirsê PDK’ê îdîa kir ku ‘rewşa Şengalê di warê ewlehiyê de gelek xirab e.’
Berpirsê PDK’ê di axaftina xwe de Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê wek ‘Milîs’ bi nav dike.
Ebdulxaliqê PDK’yî dibêje, “Li Şengalê hinek hêzên çekdar hene, heger ev hêz ji Şengalê dernekevin, pêwîst e hikûmeta Iraqê li dijî wan, hêza çekdarî bi kar bîne û wan ji Şengalê derxîne.”
Daxuyaniya vî berpirsê PDK’yî di demekê de ye ku zêdetirî hefteyekê ye dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê dest bi êrişeke dagirkeriyê kiriye. Her wiha li Şengalê jî PDK bi hevkariya hikûmeta Kazimî û dewleta Tirk alozî û tevliheviyan derdixe.
ROJNEWS/ŞENGAL