Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk ên li Tirkiyê û Kurdistanê ji bo tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di roja 11’an de bi dewrgirtina koma 3’an didome.
Girtî Mehmet Abay û Vedat Baktaş ên li Girtîgeha Tarsûsê grev dewrî Veysî Denîzhan û Serhat Borak kirin. Girtiyên di grevê de destnîşan kirin ku ew bi biryarin tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.
Girtiyan peyam dan û gotin; “Em bi biryarin tecrîda dermirovî bişkînin. Heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em soz didin ku em ê xwedî li têkoşîna ruhê rojya mirinê ya 14’ê Tîrmehê derkevin, bi vî ruhê berxwedanê serketinê tacîdar bikin. Wê berxwedan û heqîqet bi ser bikeve.”.
Li aliyê din Hamîde Yuksel û Zeynep Yildirim ên li Girtîgeha Oltû ya Erziromê jî dest bi greva birçîbûnê kirine.
Hevseroka Giştî ya Berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ye jî di koma sêyemîn de tevlî çalakiyê bû.
NAVENDA NÛÇEYAN