Derhenêrê îranî Jafar Panahî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, ragihand ku ji ber li doza wî nayê kirin, bi mebesta protestokirinê dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye.
Derhênerê navdar ê Îranî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin Jafar Panahî, ragihand ku wî dest bi rojiya mirinê kiriye. Panahî têkildarî mijarê ji malbata xwe re peyamek şand û malbatê jî li ser medyaya civakî parve kir. Panahî di nîşeya ji bo malbatê de got; “Ez, tevgerên derhiqûqî û dermirovî yên daraz û hêzên ewlekariyê bi awayekî kategorîk protesto dikim. Min dest bi greva birçîbûnê kir û heta ku têm berdan jî dê ti tiştî nexwim, venexwim û ti dermanan bi kar neyînim. Belkî jî heta cenazeyê min ji vê girtîgehê derdikeve jî di vê rewşê de bim.”
TEHRAN