Girtiyên PKK'yî û PAJK'î gotin: “Em girtiyên PKK'yî û PAJK'î yên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê diyar dikin ku em li dora Rêbertiya xwe kom dibin û heta ku azadiya fizîkî bi cih were em ê têbikoşin.'' 

Li ser navê girtiyên PKK'yî û PAJK'î Deniz Kaya daxuyaniyek da û bal kişande ser komploya 15'ê Sibatê, polîtîkayên şerê taybet ên ji bo şikandina berxwedana grêva birçîbûnê û ferzkirina poşmaniyê ya di yasaya înfaza ceza ya nû de.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: ''Di van rojên salvegera 22'an a komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê de, êrişên bi plan û rêxistinî yên pir baş hesabkirî yên pergala modernîteya kapîtalîst di asta cîhanî de didomin. Tê zanîn ku armanca van êrişan tasfiyekirina giştî ya gelê Kurd û tevgera azadiyê ye. Hesabên kilîkên desthilatdariya hegemonîk ên global bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ev 22 sal in hatiye pûçkirin. 

Em girtiyên PKK'yî û PAJK'yî yên li zindanên Kurdistanê û Tİrkiyê jî diyar dikin em ê li dora Rêber Apo kom bibin û heta ku azadiya fizîkî bi cih were em ê têbikoin.
Desthilata AKP-MHP'ê ku kedxwarî û qirkirinê ji bo xwe fersend dibîne nexweşiya Covîd-19'ê jî ku bûye bela serê civakê ji xwe re dike fersenda mitleq û ji tiştên ku dike yek gav bi paş ve neavêtiye. Desthilat bi medyaya şerê taybet aniye ser zimên ku ji bo hemû arîşeyên civakê bûye çareserî, xwe li dereweke wiha mezin girtiye, rastî manîpule kiriye. Li dijî polîtîkayên desthilatê ku civakê ber bi kaosê vedibe ên ku bi rêz û rêçika têkoşîna demokratîk li ber xwe didin, bûne xwedî helwesteke birûmet . Di serî de jin û ciwan, hêzên demokrasiyê ku vê helwestê didomînin, berxwedana gel û demokratîk bersiva herî mezin dane desthilatê.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li derdorên demokratîk, nivîskar, hunermend û akademîsyenan hemûyan tê kirin li dijî faşîzmê li dora ber berxwedana wan bi yek bin.

NAVENDA NÛÇEYAN