Hestiyên qirkiriyên Geliyê Zîlan

Sêşem 10 Çile 2023 - 03:18

Parêzeran têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê, miracaetî serdozgeriyê kiribû. Serdozgeriya dewleta Tirk a li Erdîşa Wanê, hê jî bersiva miracaeta parêzeran nedaye. 

Li Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşa Wanê, di 13’ê Tîrmeha 1930’î de bi hezaran welatiyên Kurd bi komî hatibûn qetilkirin. Di van salên dawî de li Geliyê Zîlan Bendava Koçkopru hatibû çêkirin. Bi kêmbûna ava bendavê re hestiyên mirovan derketin holê. Tevî ku di 12’ê Kanûna 2022´yan de hestî hatin dîtin jî hê ti lêpirsînek û lêkolînek nehatiye destpêkirin. 

Bi pêşengiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê û Komeleya Bipêşvebirina Lêkolîna Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (Çev-Der) di 22’yê Kanûna 2022’yan de çûbûn herêmê û lêkolîn kiribûn. 

Parêzeran piştî lêkolîna li herêmê ji bo hestiyên li peravê bên berhevkirin û lêkolîn li ser wan bê kirin, miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê kiribû. 

Li gel ku di ser miracaeta parêzeran re 19 roj derbas bûne, hê jî serdozgeriyê têkildarî hestiyên derketine holê lêkolîn nedaye destpêkirin û hestî hê jî li herêmê li benda lêkolînê ne. 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.