Hest û tewên hesinî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:34

  • Canfin: Dibe ku hûn fîgûrên hesinî yên Miramontes nas bikin, lê ew bêdengiyê, hewldana mirovên ji rêzê, astengî û serketina wan îfade dike. Peykerên wê sivik û henûn in lê ew di heman demê de giraniya mirovahiyê jî hildigirin û xwedî manewîyateke baş in. Ew her wiha bi van peykerên xwe li hember peykerên heyî jî serî hildide.

XASÊ CÛNÊ

Isabel Miramontes yan jî afirînera peykerên hesinî yên xweşik. Ji xeynî xweşikbûnê mirov dikare peykerên wê wek helbestan jî bibîne, ji lew re di her peykerekî wê de teweke helbestkî heye. Ew destpêkê ji xwe re fîgûrekî diyar dike û li wî fîgûrî yan jî hesinî hestên xwe û niherîna xwe ya hunerî zêde dike. Erê peykerên wê ji hesin in, lê ewqasî di karê xwe de serketiye, hesin wek hevîr bi kar tîne û ji fîgurên şênber ber bi fîgurên razber diçe di kar û xebatên xwe yên hesinî de. Di her peykerekî wê yê ji hesin de serpêhatiyek yan jî çîrokek heye; helbestvan ji bo helbesta xwe çawa li peyvan digerin û dibînin, ew jî ji bo peykerên xwe bitewîne û bi mane bike, xwe li xebatên resen radigire û bi hest û ramanên xwe hesin li hev badide û peykerên razber çêdike.

Dilê xwe li hesin rehet dike

Isabel Miramontes sala 1962’an li Spanyayê, li bajarê Santiago de Compostella tê dinyayê. Lê ew li Belçîka, bajarê Brukselê mezin bûye. Li “Intstitut Sainte Marie” di beşa hunerên bedew de dixwîne û dîplomaya mamostetiyê werdigire.

Sala 1988’an “Akademiya Saint-Gilles” li stûdyoya Patrick Pouillart perwerdeya xwe didomîne û li wir li gel modelên zindî, bi xêzê dadikeve û behreya xwe ya xêzê gelekî bi pêş dixe. Di heman demê de ew diçe kursên dîrokzan Gaston Fernandez jî û bi saya van kursan bingehekî baş ji xwe re çêdike û xwe li ser vî bingehî ava dike. Ev kurs nihêrînên wê yên li mirovahiyê xurttir dikin. Lê gava Miramontes sala 1994’an diçe kargeha hevalekî xwe û li wir peyker nas dike, vêca yekser berê xwe dide hunerê peykerçêkirinê. Li gel ew di warê xêz û resmandinê de şareza bû jî wê bêhtir dilê xwe li hesin rehet dikir û dixwest derd û xem û hestên xwe bi hesin bibêje. Wê ev şêwe tercîh kir û ew xwe bi vî awayî îfade dike.     

Peykerên zindî 

Peykerên Miramontes, wek mirovan zindî ne. Çikû, di karên wê de liv û tevgerek heye. Fîgûrên wê yên razber wek ku tim di nav çalakiyekê de bin, yanî peykerên wê wek malzemeyê hesin ewqasî hişk û xav nînin. Berovajî vê yekê peykerên wê wek ku ji nav helbestan pekiyabin û hestên xweşik bi mirovan re çêdikin. Tenê ne hest, her wiha peykerên wê mirovan dide fikirandin jî. Mirov bi rehetî dikare bibêje, di her karekî wê de ramaneke xurt jî heye. Û ew vê ramanê bi hesin ava kiriye, yanî ew hesin ji wî qalibê hişkbûnê derdixe û bi tewên xwe yê resen hestên herikbar ava dike. Di her karê wê de ev resenî li ber çavan e.

Giraniya mirovahiyê jî hildigirin

Jean Claude Canfin, xwediyê “Canfin Gallery” ye; ew xebatên Miramontes li galeriya xwe nîşan dide ji bo karên wê dibêje, “Dibe ku hûn fîgûrên hesinî yên Miramontes nas bikin, lê ew bêdengiyê, hewldana mirovên ji rêzê, astengî û serketina wan îfade dike. Peykerên wê sivik û henûn in lê ew di heman demê de giraniya mirovahiyê jî hildigirin û xwedî manewîyateke baş in. Her wiha ew bi van peykerên xwe û şêwaza xwe ya cihê li hember peykerên heyî jî serî hil dide."

Li pey formên cihê ye

Di pekerên wê de diyar e ku Miramontes derdekî wê bi formên peyker re heye. Wekî din ew li ser têgeha peyker jî disekine û dixwaze di vî warî de bêhtir kûr here û bi nihêrîneke dûr ango bi formên cihê hest û ramanên xwe di vî warî de îfade bike. Di karên wê de, sekna mirovî, beden û tevger mijarên sereke ne. Lê ew van tiştan bi awayekî vekirî û sade nade, hin metaforan bi kar tîne û hebûna mirovî bi valahiyan sembolîze dike. Kesên li peykerên wê temaşe dikin li van valahiyan dikolin û li ser hebûnê diramin. Ji ber êdî ew ne peykerên hesinî ne, ew wek mirovên zindî bi mirov re diaxivin.

Bi gotineke din Miramontes, hesin bi ziman dike. Hestên mirovî li hesin bar dike û hin tiştên ku em hîs dikin û nikarin bibêjin, ew bi tewên xwe yên hesinî vedibêje.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.