Hesin,pola û xemla bedew

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Sibat 2021 - 01:19

Gava mirov çav pê dikeve, tevî lepikên pîşesaziyê, kîsê hesinkarî û berçavkên lehîmkeran, mirov dibêje li kargeheke hesinkariyê kar dike. Lê ev jina Kanadayî hunermendeke taybet e. Em behsa Cal Lane dikin ku ew ji bermahiyên pîşesaziyê, yên weke bermîlên kevin, bêrên kevin yên ji hesin û pola berhemên hunerî çêdike.