Li Sûka Hedadan a li Taxa Xançepekê ya Navçeya Sûra Amedê 225 salin dengê çakûcan lê bilind dibe. Cara yekem hostayên Ermenî li vê sûkê dengê çakûcan bilind kirine. Îro jî ew deng bi dawî nebûye. Hostayê hesin (Hedad) Xaçoyê Ermenî ku gelek kes li ber destê wî bûne hoste û fêrî kar bûne, li dû xwe hedatên xwe yên 100 û 200 salî hiştiye. Dikana Xaço niha wekî cihê xwaringeh tê bikaranîn. Karsaz Cengîz Yazibîlmez diyar kir ku bavê wî dostekî qedîm ê Ermeniyan bûye û wiha qala çîrokê dike:“Kargeha kevnare ya Xaçoyê Ermenî ji aliyê Ermeniyên Amedê ve ji bavê min re hatiye diyarkirin. Taxa Xançepekê cihek ku cara yekem mirov hatine gel hev û li vir jiyan e. Li vê derê Sûryanî, Ermenî, Kurd û Tirk bi hev dû re jiyan e. Ji aliyekî ve dengê azan ji aliyekî ve jî dengê naqosan bilind bûye.”
Cengîz Yazibîlmez da zanîn ku cihê kargeha wî, ya hedad Xaçoyê Ermenî bûye û got:”Xaçoyê hesinkar kesekî navdar e û Amedî hemû wî nas dikin. Niviskarê navdar Migirdîç Margosyan jî biraziyê Xaço ye. Ji ber ku vê derê cihê Ermaniyan e, gelek tiştên ku ji wan jî maye li vê derê tên pêşandin. Berhemên hedadiyê yên 100 û 200 salî ku ji hesinkar Xaço maye li vir tê pêşandan û ji aliyê kesên ku tên vê derê ra rastî eleqeyek mezin tên.”
AW/AMED