Huseyîn, Çiyager û Egîd şehîd bûn
Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:18
- HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Hevalên me nûnerên xeta fedaî ne. Wan nîşanî dinyayê da ku berxwedana me wê bi serfiraziyê tacîdar bibe.”
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Hevalên me nûnerên xeta fedaî ne. Wan nîşanî dinyayê da ku berxwedana me wê bi serfiraziyê tacîdar bibe.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser gerîlayên şehîd got, “Dewleta Tirk a faşîst û mêtinger, di 17’ê Nîsanê de dema ku tevgera dagirker da destpêkirin, hevalên me Huseyîn, Çiyager û Egîd li çeperên berxwedanê têkoşîneke mezin kir û gelek dagirker ceza kirin. Hevalên me piştî şerê giran û êrişên hewayî şehîd bûn.”
Nasnameya şehîdan wiha hat êşkerekirin:
- Huseyîn Dag (Sedat Dagtekîn) ê li Sêrtê ji dayik bûye, kurê Asiya û Aydin, 18’ê Nîsana 2022’yan li Zê şehîd bû.
- Çiyager Botan (Veysî Sumer) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Maşallah û Yûsuf, 19’ê Nîsana 2022’yan li Zê şehîd bû.
- Egîd Kurdistan (Mehemed Hemze) ê li Xaneqînê ji dayik bûye, kurê Xelîce û Hemze 19’ê Nîsana 2022’yan li Zê şehîd bû.
BEHDÎNAN